Konseya Ewlekariyê ya NY bang li Hêzên Piştgiriya Bilez kir

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bang li Hêzên Piştgiriya Bilez kir ku dorpêşa li ser bajarê El-Feşîrê rake.
Nûnera Daîmî ya Îngilîtanê ya li Neteweyên Yekbûyî Barbara Woodward diyar kir ku welatê wê pêşnûmeya biryarnameyê ya ‘rawestandina şer û afirandina şert û mercên agirbestê’ pêşkêş kiriye.
Hevtayê wê yê Amerîkî Linda Thomas-Greenfield jî bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku ‘ji bo rawestandina pevçûna li Sûdanê û gihandina alîkariyê hewleke mezin bide’.

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî daxwaz kir ku dorpêça ku ji aliyê Hêzên Piştgiriya Bilez ve li ser bajarê El-Feşîr hatiye sepandin, were rakirin û şer û pevçûnên li herêmê demildest bên rawestandin.

Encumena 15 endamî pêşnûmeya biryareke Brîtanî pejirand ku tê de banga vekişîna hemû hêzên ku gef li ewlehiya sivîlên el Feşîr dixwe qebul kir.

Pêşnûmeya biryarê ji aliyê 14 endamên meclîsê ve hat destekkirin, Rûsya jî bêalî ma.

Nûnera Daîmî ya Îngilîtanê ya li Neteweyên Yekbûyî Barbara Woodward piştî dengdayînê li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî axaftinek kir.

Barbara Woodward diyar kir ku welatê wê pêşnûmeya biryarnameyê ya ‘rawestandina şer û afirandina şert û mercên agirbestê’ pêşkêş kiriye.

NY: Divê hêzên piştgiriya bilez dorpêça li ser el feşîr rake

Hevtayê wê yê Amerîkî Linda Thomas-Greenfield jî bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku ‘ji bo rawestandina pevçûna li Sûdanê û gihandina alîkariyê hewleke mezin bide’.

Greenfield diyar kir ku li Sûdanê zêdetirî 25 milyon kes hewcedarê alîkariyên mirovî ne, Hêzên Piştgiriya Bilez bi astengkirina gihandina alîkariyê tawanbar kir.

Linda Greenfield hişyarî da ku berdewamkirina pevçûnên li Sûdanê dê bibe sedema bêîstiqrariyê.

Greenfield diyar kir ku Amerîka ji nêz ve rewşa li vir bişopîne û got,:

“Eger rewş ber bi başiyê ve neguhere, divê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî tedbîrên zêde bigire.”

Şerê ku di Nîsana sala borî de li Sûdanê di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Bilez de derketibû bû sedema krîza herî mezin a koçberiyê ya cîhanê.

Neteweyên Yekbûyî dibêje ku nêzîkî 25 milyon kes, nîvê nifûsa Sûdanê, hewcedarê alîkariyê ne, nêzîkî 8 milyon kes malên xwe terikandine.

NY artêşa Sûdan û Hêzên Piştigirya Bilez xist lîsteya cihê şermê

Back to top button