Heyecan gihiştiye lûtkeyê: EURO 2024 dest pê dike

Şampiyoniya Futbolê ya Ewropa 2024 despê dike.
Di matça yekem de Almanya-Skotland tên pêşberî hev.
Çav herî zêde li ser kîjan tîmanin?
Çiqas tîm wê bileyîzin û pirsên tên mereqkirin di vê nûçeya me de ye.

Şampiyoniya Futbolê ya Ewropayê ya 17’emîn (EURO 2024) îro dest pê dike.

Maça vekirinê wê îşev li Munihê di navbera Almanya-Skotlandê de were lîstin.

Tûrnûvaya ku wê 4 hefteyan bi mazûvaniya Almanyayê bê kirin, wê 14’ê Tîrmehê bi maça fînalê bi dawî bibe.

Di tûrnûvaya ku ji sala 1960’î ve ji aliyê UEFAyê ve her çar salan carekê tê organîzekirin, îsal cara 17’emîne tê leyîsitin.

24 tîmên welatên Ewropa di nava 6 komên ku her yek ji 4 tîman pêktê, ji bo şampiyoniyê wê bikevin nava rikberiyê.

Bi giştî wê 51 maç werin leyîstin.

Di 6 koman de 2 tîmên serekî û di 4 koman de jî di rêza sêyem de dê derbasî tûra 16 bibin.

Qonaxa 16’an wê di 29’ê Hezîranê de dest pê bike.

Di qûnaxa 16’an de, tîmek divê serketinê bidest bixe.

Ji ber wê di rewşa wekheviyê de, wê dema leyîstinê were zêdekirin.

Ger dîsa jî serketî nebe, dê penaltiyek çêbibe.

Maçên çaryek fînalê wê di navbera 5-6’ê Tîrmehê, nîvfînal jî 9-10’ê Tîrmehê de bên lîstin.

Her du tîmên ku derbasî fînalê bibin, wê 14’ê Tîrmehê li Stadyuma Olîmpiyadê ya Berlînê û ji bo şampiyonên EURO 2024 bileyîzin.

Ji bo EURO 2024 bijare kî ne?

Di rikberiya şampiyonê de, Fransa, Almanya, Portugal û Îngilistan welatên herî zêde balê dikişînin ser xwe ne.

Ji bilî stadyuman maç dikarin li ku derê werin temaşe kirin?

Li bajarên ku dê maç bên lîstin, bi sernavê “Festîvala EURO 2024” li ser ekranên mezin bên nîşandan, hatin çêkirin.

Ketina van herêmên ku ji gel re vekirî ne.

Mîna Kûpaya Cîhanê ya 2006’an, amadekarî temam bûn ku bi deh hezaran fûtbolhez li ber deriyê Brandenburgê yê Berlînê, Parka Olîmpiyadê ya Munchenê an jî li qeraxên Çemê Main li Frankfurtê bicivin da ku bi hev re maçê temaşe bikin.

Back to top button