Îro di se’etên sibehê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên gundê Soxenekê yê Şêrewa topbaran kir. Ajansa ANHA’yê ragihand ku di encama topbaranê de tu ziyanên canî çênebûn
Li gorî ANHA’yê, ziyan tenê madî bûn û bi taybetî di mal û milkên welatiyên bi navên Elî Mihemed, Resûl Hesen û Mihemed Xelîl bûn.
Hêjayî bibîrxistinê ye gundên navçeya Şera û Şêrawa bi awayekî bênavber ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve têne topbarankirin.
Beriya niha jî di encama topbaranê de çend sivîl birîndar bûbûn û ziyanên mezin gihaştibûn mal û milkên welatiyan.