Li Mekeyê ji ber bilindbûna pileya germahiyê zêdetirî 900 kes jiyana xwe ji dest dan

Hate ragihandin ku li Erebistana Suûdî di seredana hecê de zêdetirî 900 kesî jiyana xwe ji dest dane.
Xizmên kesên ku di seredana hecê de winda bûne, berê xwe dan nexweşxaneyan.

Gelek heciyên ku hefteya borî li Mekkeyê di seredana hecê de jiyana xwe ji dest dabûn Misrî bûn.

Li gorî nûçeyeke AFP’ê hejmara Misriyên ku di seredana hecê de jiyana xwe ji dest dane, herî kêm 600 e.

Li gorî nûçeyê li Mekkeyê, hate ragihandin ku hemû mirinên van rojên dawiyê ji ber germahiya zêde ne.

Li gorî rayedarên Suûdî îsal 1.8 milyon kesî ji bo hecê berê xwe daye Mekkeyê ku ji wan 1.6 milyon kes jî ji derveyî welat hatine.

Her sal bi deh hezaran hecî bêyî wergirtina vîzeya fermî hewl didin biçin Hecê û ev hec nikarin di nav dezgehên bi klîma de bimînin.

Îran, Senegal, Endonezya û Tûnûs jî ji wan welatan e ku îsal gelek bûyerên mirinê ragihandine.

Li Mekeyê ji ber nexweşî û germê herî kêm 577 hecî mirin

Back to top button