Mijara “Doza Kobanê” yek ji rojevên serekeye.
Bertekên li dijî cezayên ku di ‘Doza Kobanê’ de hatine birîn, hîna jî dewam dikin.
Vê carê Siyasetmedarên kantona Minbic û yên kantona Efrîn û Şehbayê ev ceza bi tundî şermezar kirin.
Hat gotin: “Divê aliyên navnetewî helwesteke zelal derbarê vê mijarê de nîşan bidin.”
Her biryarekî neqanûnî ku tê birîn, rastî nerazîbûnan tê û kes qebûl nakê.
Helbet yek ji biryar û cezayên ku di “Doza Kobanê” de hat birîn jî bû cihê nerazîbûnan.
Siyasetmedarên li kantona Minbic û kantona Efrîn û Şehbayê bi daxuyaniyên cuda biryarên desthilata Tirk ên li dijî girtiyên ‘Doza Kobanê’ şermezar kirin.
Li kantona Efrîn û Şehbayê endamên partiyên siyasî li bajarokê Ehdasê kom bûn û gotin:
“Dewleta Tirk a dagirker bi her awayî hewl dide ku piştgiriya bi DAIŞ’ê re dewam bike.
Mînaka vê yekê jî kesên ku niha li Efrîn û tevahî herêmê dagirkirî bicî bûne komên çeteyan in û destê wan di kuştina sivîl û wêrankirina xaka me de heye.
Parteiyên siyasî bal kişand ser cezayên li dijî siyasetmedaran hatine birîn û gotin:
“Cezayê bi vî rengî dij-hiqûqên mirovî û exlaqî ne, mixabin aliyên navnetewî jî deng ji xwe dernaxin.
Divê aliyê navnetewî û di serî de yên mafên mirovan bi erkên xwe li hember van biryaran rabin û rê li van siyasetên qirêj bigrin.”
Minbic-Partiya Sûriya Pêşerojê li dijî cezayan daxuyaniyek da
Her wiha Partiya Sûriya Pêşerojê jî li Stada Beledî ya Minbicê daxuyaniyek bi heman armancê da.
Partiya Sûriya Pêşerojê ev tişt got:
“Dewleta Tirk ji bo ku binkeftinên xwe veşêre û siyasetên xwe yên li dijî gelê Kurd û hemû gelên ku azadiyê dixwazin dewam bike, ev ceza birî.
Cezayên hatine birîn siyasî ne û ti têkiliya wê bi qanûnê re nîne.”
Partiyê bang li aliyên hiqûqî û mirovî yên navnetewî kir ku bi erkên xwe rabin û van cezayên bidawî bikin.
Şêniyên Eyn Îsayê û koçberên Girê Spî piştgirî dan girtiyên Doza Kobanê