Rûsyayê ragihand ku çeteyên Nusrayê 50 fuzeyên kîmyawî derbasî Idlibê kirine.
Agahî ji aliyên Ajansa Sputnik a Rûsî ve hat belavkirin.
Li gorî sputnikê, çeteyên Nusrayê 50 fuzeyên kîmyawî ku ji aliyê pisporên Fransayê ve hatin guherandin anîne Idlibê.
Ji van 10 dane çeteyên Ecnad EL- Qoqaz, û yên din jî li çeteyên Huras Dîn û Artêşa Îze belav kirine.
Ev yek di wextekê de tê ku duh komên çete bi fuzeyên kîmyawî êrîşî taxên bajarê Helebê kirin û di encamê de 107 kes xeniqîn, û tên dermankirin.