Nobeta Edaletê ji bo azadiya Ocalan di hefteya 623’an dewam dike

Nobeta Edaletê ya ji bo azadiya Fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan di hefteya 623’yan a çalakiyê de, koma Dusseldorfê nobet dewr girt.

Di hefteya nû de koma ku ji Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Dusseldorfê ya Elmanyayê hatiye, nobet dewr girtin.

Huseyîn Aydin, Senar Kûtlû, Mazlûm Amed û Cemal Xelîl di komê de cî digirin.

Koma nû ya çalakiyê bi daxuyaniyekê nêrînên xwe bi raya giştî re parve kirin û wiha hate gotin:

“Ev ne tenê çalakiyek e, ev di heman demê de dadgehek e. Em 12 sal in li Ewropayê dewleta Tirk û saziyên Ewropayê yên ku hevkarê sûcên wê ne, didarizînin.”

25’ê Hezîrana 2012’an li bajarê Strasboûrg ê Fransayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiya Nobeta Azadiyê hate destpêkirin.

Back to top button