![](https://ronahi.tv/wp-content/uploads/2023/02/SEHBA-ERDHEJ-.jpg)
Li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker, bertekên şêniyên herêmê zêde dibin.
Koçberên Efrînê destnîşan kirin ku li hember êrîşan israra wan a berxwedanê mezin dibe û gotin: “Em ê heta serkeftinê li ber xwe bidin.”
Koçberê bi navê Bozan Hisên diyar kir ku êrîşên dewleta tirk nikare vîna wan bişkîne û got:
“Dewleta tirk dibêje ku ew bi êrîşên xwe cihê leşkerî armanc digire lê yên ku tên armancgirtin sivîl in.”
Fexrî Silêman jî anî ziman ku demeke dirêj e rejîma Tirk dijbertiya gelê Kurd dike û dixwaze gel bê maf bihêle û got:
“Dewleta Tirk rastiya herêma Rêveberiya Xweser li pêşiya civata navneteweyî berevajî dike.”
Yasmîn Piling jî destnîşan kir ku her kes dizane dewleta Tirk ji van êrişan çi dixwaze û got:
“Dewleta tirk dixwaza îradeya me bişkîne, lê wê qet negihêje armancê xwe.”
Herî dawî Fatme Dawûd jî anî ziman ku berxwedan û têkoşîna wan a li ser bingeha baweriya bi projeya neteweya demokratîk, dê heta serkeftinê berdewam bike.