Di çarçoveya Pêngava Azadiyê de li Dirbêsiyê şahiyek hat lidarxistin

Tevgera Çand û Hunerê ya Dirbêsiyê di çarçoveya pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ şahiyek li dar xist.
Beşdarên şahiyê diyar kirin ku heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ew ê têkoşîna xwe dewam dikin.

Di şahiyê de hevseroka Meclisa Bajarê Dirbêsiyê Raziye Îbrahîm axivî û îşaret bi pergala tecrîdê li girtîgeha Îmraliyê ku li dijî Rêber Apo pêk tê, kir.

Raziye got: “Tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan derexlaqî û derqanûnî ye.

Civaka navneteweyî jî di bêdengiya xwe de dewam dike.”

Raziye diyar kir ku heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ew ê li qadên têkoşînê bin.

Dûre kom Cûdî ya Navenda Çand û Hunerê hunerên xwe pêşkêş kirin.

Back to top button