Li Reqayê amadekariyên çinînê û wergirtina Genim tên kirin

Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebatên amadekirina çinînê dewam dikin.
6 navendên wergirtina tovan li Reqayê hene.
Her yek ji wan têra heta 100 hezar ton tov dike.
Armanc jî sivikkirina zextê li ser Embargehên Reqayê ye.

Li gundewarên kantona Reqayê rûbera genim û cehê avî ku hatiye çandin zêdetirî 600 hezar donim e.

Desteya Çandinî û Avdanê jî rêjeya çandiniya mewsima zivistanê ji sedî 82 diyar kir, ji wan ji sedî 60 genim, ji sedî 5 ceh, ji sedî 2 sebzeyên zivistanê û ji sedî 15 peqle.

Îsal li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê baran baş barî û hişt çandinî jî geş bibe.

Tê pêşbînkirin ku berhema mewsima îsal baş be.

Zêdetirî 6 mîlyon lîtir Mazot

Nivîsgeha Çandiniyê ya Gerînendetiya Sotemeniyê ya kantona Reqayê beşa yekemîn ji mazotê ku 6 mîlyon û 485 lîtir bû, belav kir.

Ji wan 2 mîlyon û 835 lîtir ji bo bîran û 3 mîlyon û 650 ji bo komeleyên çandiniyê bûn.

Dê beşa duyemîn ji bo komeleyên çandiniyê bê belavkirin.

151 komeleyên çandiniyê yên cotkaran ên ruxsetkirî û hezar û 31 bîrên ruxsetkirî yên Gerînendetiya Çandiniyê hene.

Nivîsgeha Çandiniyê 20 lîtir mazot ji bo her donimek ku bi bîran tê avdan veqetand.

Her wiha 12 lîtir ji bo her donimek girêdayî komeleyên çandiniyê veqetand.

Çaverê ye mazot bi 5 beşan li gorî plansaziya çandiniyê ya zivistanê bê belavkirin.

Amadekariya wergirtina mewsima çinînê

Bi nêzîkbûna mewsima çinînê re cotkarên kantona Reqayê dest bi amadekirin, tamîrkirina patoz û amûrên xwe kir.

Cotkar patoz û amûrên xwe bi baldarî taqîb dikin û tamîr dikin.

Ji bo wergirtina Genim 6 Embargeh hene

6 navendên wergirtina tovan li Reqayê hene.

Navenda Selhebiyê ya Rojava, Bedir, Galta, Şinîne, Kebiş û Xes Halic.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê embargehên tovan li herêma Kîsrat a kantona Dêra Zorê û yên bajarokê Bo Asî yê Rojavayê Tebqayê amade kirin.
Da ku tovan wergire.

Her yek ji wan têra heta 100 hezar ton tov dike.

Armanc jî sivikkirina zextê li ser embargehên Reqayê ye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Rêveberiya Xweser sala borî nêzî mîlyon û 300 hezar ton Genim bi nirxê 43 sintan ji bo her kîloyekê, wergirt.

Back to top button