Heleb-Meclisa Jinan a Sûriyeyê kongreya xwe ya 2’yemîn li dar dixe

2’emîn Kongra Meclisa Jinan a Sûriyê îro li Helebê hat li darxistin.
Avakirina civakeke demokratîk, exlaqî û ekolojîk ku azadiya jinan û çareseriya qeyrana li Sûriyê bi rêya diyalogên demokratîk û pirrengî ya ne-navendî esas digire, ji nîqaşên sereke bûn.

2’emîn Kongreya Meclisa Jin a Sûriyê bi dirûşma ‘Di Sûriyeke ne-navendî û yekgirtî de, bi yekîtiya jinan em ê dawî li şer bînin û aşîtiyê ava bikin’ li bajarê Helebê bi beşdariya 200 delege pêk hat.

Piştî rêzgirtinê, ji Koordînasiyona Sehêl, Rîhab Ibrahîm axivî, bal kişand ser aloziya Sûriyê û zehmetiyên ku jin dikşînin û got:

13 sal ji aloziya Sûriyê derbas dibe û tê de herî zêde jin zehmetiyan dikşînin.

Bi saya şoreşa ku pêk hatiye, jinên Sûriyê li hemû qadan rola xwe dilîze, em ê wek jin welatek azad û ne navendî ava bikin.”

Îlham Ehmed: Paşguhkirina rola jinan aloziyê dirêjtir dike

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Îlham Ehmed jî rewşa siyasî nirxand.

Îlham Ehmed diyar kir ku aliyên Sûriyê berpirsên dirêjkirina temenê aloziyê ne, ji ber ku heta niha çareseriyeke demokratîk pêşkêş nekiriye.

Her werha got, divê jin xebatê bikim ji bo ku cihê xwe di navendên biryaran de bigirin, ger em bixwazin rewşa Sûriyê biguherînin, divê em rola xwe bi xurtî bilîzin.

“Pêkanîna demokrasî û edaletê ji bo tevahî nasnameyan şerte”

Piştre perspektîfên Koordînasyona Giştî ya Meclisa Jinan a Sûriyê hatin xwendin.

Hat gotin, doza jinan kilîta çareseriyê ye û bi dûrxistina jinan ji jiyana siyasî û birêvebirina civakê, jiyana demokratîk bi dest nakeve.

Di perspektîfan de, ji bo derbaskirina astengiyên li pêşiya jinan, ev armanc hatine diyarkirin:

  • Avakirina civakeke demokratîk, exlaqî û ekolojîk ku azadiya jinan û çareseriya qeyrana li Sûriyê bi rêya diyalogên demokratîk û pirrengî ya ne-navendî esas digire.
  • Pêkanîna azadî, demokrasî û edaletê ji bo tevahî nasnameyên etnîkî, çandî û edaletê.
  • Ji bo pêkanîna armancan, Rêxistinkirin û perwerdekirina jinan, pêkanîna hevjiyana azad şertên esasî ne.
  • Ji bo pêşxistina rola jinên ciwan di civakê de, xebat were meşandin.
  • Pêkanîna qanûn û pîvanên navneteweyî, biryarên Konseya Ewlekariyê ya 1325 a taybet ji bo jinan.

Sînevizyonek têkildarî rewşa jinan, rola meclisê di sivikkirina zehmetiyan hat pêşandan.

Dawiyê wê plansaziya siberojê ya meclisê were diyarkirin.

Back to top button