Husiyên li Yemenê: Me li dijî keştiyeke konteynirê operasyoneke leşkerî li dar xist

Kiryarên Hûsiyan li başûrê Behra Sor roj bi roj zêde dibin.
Hûsiyên Yemenê ragihand ku wan li dijî keştiyeke konteynirê ya ber bi Îsraîlê ve diçû operasyoneke leşkerî li dar xistin û bi balafireke bêmirov (ÎHA) armanc kirine.
Her wiha Amerîka jî li dijî wan êrîşan û parastina keştiyan hewl dide koalîsyoneke deryayî ya herî berfireh ava bike.

Di daxuyaniya nivîskî ji hêla Husiyan ve hat ragihandin ku ew li dijî keştiyeke konteynirê ya ku ber bi Îsraîlê ve diçû operasyoneke leşkerî li dar xistine.

û keştî rasterast hatiye hedefkirin û bi balafireke bêmirov hatiye xistin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî ku ekîbên keştiyê bersiv nedan bangên hêzên deryayî yên Hûsiyan operasyona hedefgirtinê pêk hat

Husiyan: Di êrîşê de balafireke bê mirov jî xistin xwarê

Her wiha hat destnîşankirin ku di 48 saetên dawî de derbasbûna gelek keştiyên ku ber bi Îsraîlê ve diçûn hat astengkirin.

Dîsa hat destnîşankirin ku heta erzaq û dermanên ku ji bo Filistîniyan hewce ne bikevin Xezayê dê hemû keştiyên ku diçin benderên Îsraîlê li Behra Sor rê li ber wan bê girtin.

Amerîka dixwaze Koalîsyona Deryayî ya herî berfireh ava bike

Êrîşên Hûsiyan li Deryaya Sor ew demekê bi domdar pêş dikevin Washington hewl dide ku hevpeymaniya navneteweyî ya herî berfireh ji bo parastina keştiya deryayî pêk bîne.

Nûnerê Amerîkayê yê taybet bo Yemenê Tim Lenderking anî ziman ku welatê wî dixwaze “koalîsyona deryayî ya herî berfireh” ji bo parastina keştiyan li Deryaya Sor ava bike.

Li aliyê din Wezîrê Parastinê yê Îranê Mihemed Riza Aştîyanî gef xwaribû ku her tevgerek li herêmê ku îdiaya kontrolkirina wê dikin, dê rastî ‘pirsgirêkên ne normal’ werin.

Êrîşên husiyan di aliyê aborî de krizek ava dike

Siyasetmedarên Yemenî di wê baweriyê de ne ku bi van tevgeran milîsên Hûsî hewl didin xwe ji pêvajoyên aştiyê û dayîna mûçeyan dûr bixin û welat bikşînin nav krîzeke nû ya navneteweyî.

Her wiha Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) ragihand ku êrîşên Hûsiyan li dijî sivîlan sûcên şer in.

HRW’ê daxwaz kir ku tavilê xebatkarên tankera ‘Galaxy Leader’ bên berdan,

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan bal kişand ku Hûsiyan îspatek li ser rewşek ku hebûna leşkerî di keştiyan de nîşan bide nedane.

Back to top button