Li çolistana Sûriyê çeteyên DAIŞ’ê hebûna xwe ya metirsîdar nîşan dide

Di nava demên dawiyê de, çeteyên DAIŞ li nava xaka Sûrî careke din zindî bûye.
Bi taybet li çolistana Sûriyê a qaşo di bin serweriya Hikumeta Şamê de ye, tevgerekî metirsîdar nîşan dide.
Ev zêde bûna tevgera DAIŞ’ê jî bi êrişên dewleta Tirk yên li ser herêmê re pêk tê.

Çeteyên DAIŞ’ê li çolistana Sûrî careke din xwe komî serhev kiriye.

Tevî hêzên hikumeta Şamê bi piştgiriya hewayî a Rûsyayê hewl dide çeteyan têk bibe jî lê ya diyar ji armanca xwe pir durin.

Di vê wextê de jî hin alî hene ku dixwazin DAIŞ’ê ji nûve li Sûriyê zînd bikin.

Rejîma Tirkiyê çeteyên xwe yên DAIŞ’ê ji tinebûnê xelas dike

Bi vê gotinê re, despêkê navê Tirkiyê derdikeve pêş.

Ji ber rejîma Enqerê bi piştevaniya xwe ya ji DAIŞ’ê re êdî di qada navnetewî de jî tê naskirin.

Taybet her wextekî Hêzên Sûriya Demokratîk QSD li dijî çeteyan dest bi oparasyoneke berfireh dike, tê dîtin dewleta Tirk êrişî herêmê dike.

Bi gotineke, din careke din çeteyên xwe ji derbên QSD’ê xelas dikir.

Hemwextî vê, bi dagirkirina xaka Sûrî re, ji bo çeteyên xwe yên DAIŞ’ê herêmên herî bi ewle ava kir.

Rewşa li Serêkanî, Girê Spî, Efrîn, Îdlib û Cerablûsê jî ev yek tê xuyakirin.

Tevgera çeteyên DAIŞ’ê 2024’an zêdetir bû

Ev herêmên dagirkirî, ji bo çeteyan weke qada perwerdekirin û plansaziya êrişên li ser herêmê tê bikaranîn.

Di nava 6 mehên destpêka salê de, çeteyên DAIŞ’ê bi dehan êriş li nava xaka Sûriyê pêk anî.

Bi vê yekê re, çeteyan niha xwe li çolistana Sûrî bicihkirine û nîşaneya ku careke din vedigerin dide.

“Di nav 8 rojan de 46 kes li ser destê DAIŞ’ê hatin kuştin”

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê li herêmên Hikumeta Şamê û bi teybetî li çolistana Sûriyê di nava 8 rojên borî de, 46 kes kuştine.

Bi vê daneyê ji destpêkirina salê ve 423 kes ji aliyê çeteyên DIAŞ’ê ve hatine kuştin.

Ji wan nêzîkî 340 hêzên hikûmeta Şamê û bêtirî 35 sivîlin.

Fermana êrişên DAIŞ’ê ji herêmên dagirkirî tên

Fermanên ji DAIŞ’ê re ji “odeyên operasyonê” yên li herêmên dagirkirî yên di bin kontrola Tirkiyeyê de diçe.

Ev yek di mikurhatinên çeteyên ku ji aliyê şervanên QSD’ê ve hatîn girtin re eşkere bû.

Li çolistana Sûriyê di êrişên çeteyên DAIŞ’ê de 13 leşkerên Şamê hatin kuştin

Back to top button