Li Colemêrgê bi deh hezaran kes di mitînga şermezarkirina qeyûm de hatin bahev

Ji çar aliyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê îro bi deh-hezaran kes di mîtînga Colemêrgê de civiyan.
Ji qada mîtîngê welatiyan bi dirûşmeya “Şaredarî yên gel in, em ê destûrê nedin desteserkirinê” bertek nîşanî faşîzma dewleta Tirkiyê a dagirker dan.
Herwiha Hevşaredarê Colemêrgê yê girtî Mehmet Siddik Akış jî ku şûna wî qeyûm hat tayinkirin ji bo mîtînga peyamek şand û got: “Berdêla wê çi dibe bila bibe, em ê berxwedana xwe bidomînin.”

Ji çar aliyan ve bi dehezaran xelk îro li Colemêrgê ji bo xwedî derketina li vîna xwe li qadan bûn.

Bi pêşengiya pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê û Rêxistinên Sivîl ên Civakî bi dirûşma “Şaredarî yên gel in, em ê destûrê nedin desteserkirinê” mîtîngek hat lidarxistin.

Welatiyên doh ji gelek bajaran ketîn ser rêya Colemêrgê di ketina bajar de hatin astengkirin.

Welatiyan berê xwe dan Avahiya Rêxistina DEM Partiyê.

Piştre ji du baskan ve bi hezaran kes zêdetirî 2 kîlometreyan meşiyan û xwe gihandin qada mitîngê.

Bi destpêkirina mîtîngê re Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), gelek nûner û siyasetmedarên Kurdistanî û demokratîk derketin ser dikê û xîtabî girseyê kirin.

“Ji bo ev qanûna li dijî Kurdan bi dawî bibe em ê têbikoşin”

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari da zanîn ku ji roja ewil de li dijî qeyûman têdikoşin heye û wiha got:

“Em li dijî qeyûman li dijî kesên ku îradeya me dizîne berxwe didin.

Em şaredariyên xwe li her derê ji bo demokasî, mafê mirovan, pêşeroja welat, gelên Tirkiyê biparêzin.”

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan jî spasiya her kesên ku li dijî desteserkirina vînê hatin bajêr kir.

Bakirhan diyar kir ku di rojên pêş de li dijî polîtîkayên faşîst ên desthilatdariyê wê li Tirkiyê û bi taybetî li Kurdistanê têkoşîneke mezintir û xurttir bimeşînin.

Bakirhan di dewamiyê de balkişand ser têkoşîna ku li Colemêrgê tê meşandin û got:

“Li Kurdistanê qanûnê li dijî kurdan pêk tînin.

Ji bo ev qanûna dijminatiyê bi dawî bibe em ê têbikoşin.”

“Berdêla wê çi dibe bila bibe em ê berxwedana xwe bidomînin”

Her wiha Hevşaredarê Colemêrgê yê girtî Mehmet Siddik Akiş jî ku şûna wî qeyûm hat tayinkirin ji bo mîtînga li dijî desteserkirina îradeyê peyamek şand.

Hevşaredar Mehmet Siddik di serî helwest û berxwedana xelkê Colemêrgê, yê hemû Kurd û dostên wan silav kir û got,

“Berdêla wê çi dibe bila bibe em ê berxwedana xwe bidomînin.”

Back to top button