DYA û Îngilîstanê li bajarê Hudeyda ya Yemenê 3 êrîşên hewayî pêk anîn

Hûsiyên li Yemenê ragihandin ku DYA ( Dewletên Yekbûyî yên Amerîka) û Îngilîstanê 3 êrîşên hewayî birin ser bajarê Hudeyda yê li rojavayê welêt.

Di nûçeya kanala El-Mesîra ya Hûsiyan de hat diyarkirin ku bajarê Hudeyda yê li rojavayê Yemenê bûye hedefa êrîşên DYA û Îngilîstanê.

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku DYA û Îngilîstanê 3 êrîşên hewayî birin ser navçeya Es-Salîf a parêzgeha Hudeydayê.

Navçeya Es-Salif yek ji mezintirîn navçeyên bajarê Hudeydayê ye û bendereke wê ya stratejîk girîng e.

Ambrey: Keştiyeke bazirganiyê li rojhilatê Adenê bi moşekan hat xistin

Şîrketa ewlekariya deryayî ya Brîtanî Ambrey ragihand ku keştiyeke bazirganiyê ya ku ji Maleziya ber bi Venedîkê ya Îtalyayê ve diçû, bi mûşekek nêzîkî 129 milên deryayî li rojhilatê Adenê li Yemenê ket.

Li gorî nûçeya Reutersê, Ambrey texmîn dike ku keştiya navborî li gorî “danasîna keştiyên ku ji hêla Hûsiyan ve hatine armanc kirin” e.

Êrîşên xwe weke ji bo piştgiriya xelkê Şerîda Xezayê û li dijî operasyona leşkerî ya Îsraîlê ya li heremê bi nav dikin.

Husiyan li Behra Sor keştiyek kirin armanc

Back to top button