Hêzên Asayîşa Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo parastina ewlehiya welatiyan li tevahî herêmê di rojên Cejna Qurbanê de gelek tedbîr girtin.
Her di vê çarçoveyê de, li ser bendên kontrol û nuqteyên xwe yên sabît hêzên Asayîşê hatine bicihkirin.
Li cihên qerebalix ên weke bazar û navenda bajar jî tedbîr hatine zêdekirin.
Hêzên Asayîşê li ser ketina û derketina erebeyan li kanton û bajarên li herêmê kontrol dikin.
Ji Rêveberên Hêzên Asayîşê Îbrahîm El Ehmed têkidarî van tedbîrên hatine girtin axivî û got:
“Hêzên me bi hatina her bone û cejnan re li tevahî herêmê tedbîrên parastina ewlehiya şêniyan digirin.
Nuqte û bandên kontrolê hatin danîn, dewriye hatin zêdekirin ku welatiyan li hember her xeteriyekê biparêzin.”