Husiyên li Yemenê ku DYA dixwaze wan bêxe lîsta terorê kî ne?

Kaxez li pêş Amerîka ye û pênûs di destê wan de ye.
Welatekê ji lîsteya Terorê derdixe û welateke din jî li ser lîsteyê zêde dike.
Niha jî difikirin Husiyan bêxin lîsteya terorê.
Gelo ev Husiyên ku ewqas ketine hedefa Amerîka kî ne?
Em lê temaşe bikin.

Husiyên li Yemenê ji sêyan yekê jimara şêniyên welat pêk tîne.

Zeydiyên ku weke baskê Şuiyan tê zanîn ji serdema Osmaniyan ve li welat xwedî bandor bûn.

Husî herî zêde di dîrokê de li herêma Saada bihêz bûn.

Navê Husî koka xwe dispêre Bedredîn el Husî yê ji malbata Zeydiyan ku 1926’an li Saada ji dayîk bûye.

Hîna di wê serdemê de Îranê li herêmên Zeydiyan navendên perwerdê vekir.

Xwendevanên serkeftî jî dibirin Îranê û li zanîngehan perwerde dikirin.

Piştevaniya leşkerî ya Îranê ji bo Husiyên herêmê cara yekem bandora xwe 2004’an da hîskirin.

2004’an dema Huseyîn el Husî hate kuştin birayê wî yê temenê xwe hîna ciwan Abdulmelik el Husî bû serkêş.

El Husî heta îro jî di nava “lîsteya terorsîtên biyanî” yên DYA de ye.

Bi hatina “Bihara Ereban” a li Tunisê re êdî li welat jî xwepêşandanan despêkir.

Valatiya deshiladariya ku derketî hişt piştî gelek salan cara yekem Saada careke din bikeve destê Husiyan.

Husiyên ku bi demêre hêz bidestxistin 21’ê Îlona 2014’an paytext Sanaa xistin kontrola xwe.

Bi ketina Husiyan ya paytexta Yemen Sanaa yê re diyar kir ku sê welatên ereban ketine bin kontola Îranê.

Iraq, Sûriye û Lubnan.

Niha jî Yemen nêzî welatê çaremîn dibe.

Piştî Husiyan paytext Sanaa xistin kontrola xwe, serokê welat Mansur Hadî 21 Sibatê reviya bajarê Aden yê li başûrê welat.

Hadî Aden weke paytexta demkî ragihand.

Gelek welatan jî konsolxaneyên xwe birin Adenê.

Di encama şerê li herêmê de 110 hezar kes mirin.

Ji sedî 80 niştecihên welat pêwistiya wan bi alîkariyê heye.

Bi milyonan zarok jî bi nexweşiyên curbecur ketine û bi mirinê re rubiru ne.

Back to top button