Helmet Hoşyar: Ji ber ku Tirkiyê ji fikrê Rêber Apo ditirse tecrîd giran dike

Zêdetirî 3 salin Rêber Apo di bin tecrîdeke giran de ye.
Rê nayê dayîn ne parêzer û ne jî malbat hevdîtinê li gel bikin.

Rojnamevan Helmet Hoşyar têkildarî tecrîdê li ser Rêber Apo axivî û da zanîn ku Rêber Apo bi kesayeta xwe ya şoreşger Rêbertiyê ji netewa Kurd re dike û got:

“Dewleta Tirk ji ber ku ditirse bi name yan jî peyamek ya Rêber Apo serhildan rabe yan jî şoreşa Kurd derbasî qonaxek nû bibe, tecrîdê li ser Rêber Apo giran dike.”

Di dawiya axavtina xwe de Rojnamevan Helmet Hoşyar wiha got:

“Dibe Rêber Ocalan bi fîzîkî di girtîgehê de be, lê ew di fikir de azade û li derve fikrên Rêber Ocalan bi bandorin û tên pêkanîn.”

Back to top button