Li Germiyanê serçeteykî DAIŞ’ê hat girtin

Asayîşa Germiyanê serçeteyekî DAIŞ’ê û toreke revandina mirovan li Germiyan girtin.

Berpirsê Giştî yê Asayîşa Germiyanê Newşîrwan Ehmed li ser mijarê, îro li navçeya Kelar a Germiyanê ya Başûrê Kurdistanê, daxuyaniyek da..

Newşîrwan Ehmed eşkere kir ku bi riya îstixbaretê hêzên wan di 16’ê Adarê de serçeteyê bi navê Mihemed Mehmûd Xorşîd ku bi navê Ebû Elî Dilêmî tê nasîn, girtine û got;

Ev çete yek ji wan 7 kesên ku di 2006 û 2007’an de komek 7 kesî ya terorîstî li Gulale avakirîbû ye.

Destê wan di kuştin, revandin, tirsandina xelkê û danîna bombeyan de hebû.

Back to top button