Trump: Daneyên dawî kêmekê hêvî dide avakirin

Vîrûsa Corona metirsiya xwe bi cihanê daye pejirandin.Bi milyaran mirov di malên xwe de dimênin.

Amerîka ya ku li pêşberî vîrûsê tenê bi duakirinê re maye, dixwaze zu ji kabûsa vîrûsê şiyar bibe.

Li Ewropa jî rewş mîna ya li Amerîkayê ye. Vîrûs li tevahiya welatan belav bû.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê jî bi daxuyaniyekê balkişand li ser jimara zêdebûna vîrûsê ya li cihanê.

 

Ji çêbûna cîhanê heta niha, dibe ku rawestandinek bivî awayî çênebûye.

Bi milyaran kes di malên xwe de dimênin.

Kolanên bajaran jî yekem care ewqas bêriya tevgera mirovan dike.

Welatê ku niha di nava pencên vûrêsa Coronayê de di pirpite jî Amarîka ye.

Serokê DYA Donald Trump ku rojane derdikeve pêşiya çapemeniyê û agahiyên dawî dide, careke din balkişand li ser metirsiya heyî.

Trump diyar kir ku 2 hefteyên li pêşiya wan pir kirêtîke û wiha got:

Daneyên dawî kêmek be jî hêviya ronahiyê çêdike.

Li kolombiya çalakiyek protestoyî

Ji dema derketina vîrûsa Corona û belavbûna wê gelek çalakiyên şermezariyê hatin lidarxistin.

Herî dawî xebatkarên Ambulansên Kolombiya çalakiyekê balkişandin li ser nebûna xebatkarên tenduristiyê.

Ewropa li pêşberî vîrûsê bêdeng bûye

Ne tenê Amerîka li parzemîna Ewropa jî rewş metirsîdare.

Li tevahî welatên Ewropa vîrûs belav bûye.

Ji welatê herî zêde zehmetiyê dibîne jî Îtalya ye.

Lî Îtayla tevgera giştî rawestiyaye.

Piştî Îtalya welatê herî zêde li Ewropa li pêşberî vîrûsê bêçare mayî Spanya ye.

Rêveberiya welêt ji ji bo pêşî li belavbûna vîrûsê bigre, tedbîrên xwe zêde kiriye.

Li Almanya, her çiqasî rêjeya mirinê li gorî welatên din yên ewropa kêm ji be, lê vîrûs bêhn li welêt çikandiye.

Almanya ji bo piştevaniya mexdurên vîrûsê paketek alîkariyê ya 1,3 Milyar euro ragihand.

Her wiha tevgera û mesafeya fîzîkî ya navbera şêniyan de jî xuya dike.

Ev bajarê Bavyera yê Almanyayê ye.

Ji bo moral-dayînê her kes li gorî hunera xwe karekê dike.

Li parzemîna afrîka vîrûs li 49 welatan belav bûye

Metirsiya vîrûsê li parzemîna Afrîka jî xwe daye der.

Li seranserê parzemînê heta niha 221 kesî jiyana xwe ji dest daye.

Navenda kontirol û pêşîgirtina nexweşiyan a Afrîka bi daxuyaniyekê ragihand ku vîrûsa ku li 49 welatan belav bûyî bûye sedema ku di rojekê de jimara kesên bi vîrûsê ketine ji 5 hezar û 786’an derbasî 6 hezar û 213 an bibe.

Rêxistina Tenduristiyê ya cîhanî: Di hefteyekê de, jimara qurbanan duqat zêde bû

Rêveberê giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus fikarên xwe, der barê belavbûna bilez a vîrûsa Corona anî ziman û diyar kir ku di nava hefteyekê de, jimara qurbanan du-qat bû.

Back to top button