HPG’ê nasnameya gerîla Eser Warşîn eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya gerîlaya li Dersimê şehîd bûbû, eşkere kir û HPG’ê kesayeta şehîd de wiha got: Hevrêya me Eser Dûrak wê her tim bi sekna xwe ya bêtawîz, bi nasnameya xwe ya jina azad û kesayeta xwe ya berxwedêr bibe meşaleyek ku rêya me ronî dike. Em ê bibin şopdarê xeyalên hevrêya xwe ya Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad û em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya gerîlaya li Dersimê şehîd bûbû, eşkere kir.

HPG’ê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxî xwest û ev nirxandin derbarê gerilaya şehîd de kir.

“Hevrêya me Eser Warşîn di serî de Herêmên Parastinê yên Medyayê li gelek herêmên cuda di xebatên girîng de wezîfe meşand……

“Hevrêya me Eser her ku Rêber Apo nas kir, hîn zêdetir xwedî li jiyana azad derket”

Weke milîtaneke fedayî ya PKK û PJAK’ê li her devera ku lê ye pêdiviyên wezîfeyên xwe bê kêmasî bi cih anî.

Di her şert û mercî de nûneriya nasnameya jina azad kir.

Hevrêya me her tim di jiyana xwe de bi kelecan û dilnizm bû; bi kesayeta xwe ya saf û paqij ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak.

Hevrêya me meşa azadiyê ya ku bi îlhama ji berxwedana Kobanê wergirtî, da destpêkirin û li çiyayên azad ên Kurdistanê domand.

Bi sekna ya di jiyanê de, hevrêtiya xwe ya samîmî, bi tecrube û baweriya xwe ya li ser xeta îdeolojiya rizgariya jinê bû mînaka şênber a jiyaneke bi têkoşînê dagirtî.

Her ku Rêber Apo nas kir, hîn zêdetir xwedî li jiyana azad a gerîla derket.

Weke fedaiyek Apoyî li hemberî her zehmetî û astengiyên dijmin karî bersiv bide pêvajoyê.

Hevrêya me Eser tevî hevrêya me Edessa Cejna di êrîşên dijmin de li Dersimê de heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe da û şehîd bû.

HPG’ê di di dawiya de soza şopandina xeyalên hevrêyên xwe ya Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad û bilindkirina têkoşînê da.

Agahiyên derbarê nasnameya Şehîd wuha ye:

Nasnav: Eser Warşîn
Nav û Paşnav: Dîlan Dûrak
Cihê Jidayikbûnê: Stenbol
Navê Dayikê: Nûrhayat
Navê Bav: Taner
Cih û Dîroka Şehadetê: 14’ê Cotmeha 2023’yan / Dersim

Back to top button