Rêveberiya Xweser biryar da ku deriyên bi herêmên hikumeta Şamê re, bên vekirin
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi biryareke nû biryara hejmar 129’an betal kir û diyar kir ku dergehên bi herêmên hikumeta Şamê re hatine vekirin.
Li gorî biryara bi hejmar 129’an hemû dergehên sînor ên bi herêmên hikumeta Şamê re ji 24’ê Gulanê ve hatibûn girtin.
Rêveberiya Xweser îro biryarek bi hejmara 135’an derxist ku li gorî wê hemû dergeh ji îro ve tên vekirin.