KNK’ê 22. civîna xwe ya dema navber ya civata giştî lidardixe

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê ji bo 22’emîn civîna xwe ya dema navber ya Civata Giştî li hev civiya.
Hevseroka KNK’ê Zeyneb Mûrad di civînê de balkişand ser kirîza li Rojhilata Navîn û got: “Di nava vê kirîza heyî de divê em Kurd yekitiya xwe ava bikin.”
Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs jî balkişand ser hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyê re û diyar kir ku divê PDK li gel Tirkiyê nebe hemtawanê komkujî û kirîzan.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê ji bo 22’emîn civîna xwe ya dema navber ya Civata Giştî li hev civiya.

Civîn bi dirûşmeya ‘Di Tekoşîna Rizgarî û Azadiya Kurdistanê de, rêya serkeftinê yekîtî ye’ li bajarê Den Haag ê Hollandayê tê lidarxistin.

Nêzî 20 delegeyên ji çar beşên Kurdistanê, bi dehan nûnerên partiyên siyasî û saziyan, nivîskar, rewşenbîr û kesayet tevlî civînê bûn.

Zeyneb Mûrad: Di vê kirîzê de divê gelê Kurd yekîtiye xwe çêbike

Hevseroka KNK’ê Zeyneb Mûrad di civînê de balkişand ser kirîza li Rojhilata Navîn û diyar kir ku dijminên gelê kurd kirîza heyî ji xwe re kar tînin.

“Dixwazin êrîşî gelê me bikin. Tirkiye serkêşê van komkujiyan e. Îran, Sûriye û Iraq jî perçeyeke vê yekê ne.

Li dijî van hemû komkujiyan, divê em Kurd yekitiya xwe ava bikin.

Divê em bi wan bidin zanîn ku xaka Kurdistanê rûmeta me hemûyan e û hewce ye her kes vê yekê biparêze.”

Zeyneb Mûradê: Divê li dijî tecrîdê têkoşşîn mezin bibe

Zeyneb Mûrad balkişand ser tecrîda li dijî Rêber Apo û diyar kir ku divê li dijî vê têkoşîneke mezin were meşandin.

Ahmet Karamûsî: 4 dewletên mêtînkar bûne yek û êrişî gelê Kurd dikin

Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûsî jî balkişand ser êrişên ku li dijî destketiyên gelê Kurd tê kirin û got:

“4 dewletên mêtînkar îro bûne yek û êrişî destkeftiyên gelê Kurd dikin.

Tirkiye li Kurdistanê sûcên li dijî mirovahiyê pêk tîne.

Bikaranîna çekên kîmyewî û hêza zêde nîşaneyên vê yekê ne.”

Ahmet Karamûs: Divê PDK nebe hemtawanê Tirkiyeyê

Ahmet Karamûs di axaftina xwe de bang li PDK’ê jî kir û anî ziman:

“Hemû aliyan bersiv daye banga KNK’ê ya yekitiyê.

Lê belê PDK’ê bi tu awayî bersiv nedaye, ez li vir bang li PDK’ê dikim.

Divê PDK li gel Tirkiyê nebe hemtawanê komkujî û krîzan, divê em ji bo berjewendî û yekitiya gelê Kurd kar bikin.”

Remzî Kartal: Fikrên Abdullah Ocalan wê kirîza Rojhilata Navîn çareser bike

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal jî diyar kir ku li Rojhilata Navîn çareserî di fikrên Rêber Abdullah Ocalan de ye.

Kartal banga helwesta neteweyî kir û got: “Hilweşîna dewleta Tirk ji bo Kurdistanê, tê wateya azadiyê.”

KNK 25 sale lêgerîna yekîtiyê dike

Hêjayî bibîrxistinê ye ku KNK 26’ê Gulana 1999’an, li bajarê Amsterdam ê Hollandayê kongreya xwe ya damezrîner li dar xist.

Ji wê rojê ve, ev 25 sal in li çar beşên Kurdistanê di nava partiyên Kurd de lêgerîna yekitiyê dike.

Ev civîn jî, wê 2 rojan bidome û mijara yekîtîya Kurdî têde were nîqaşkirin.

Back to top button