“Metirsiya herî mezin a li ser Kurdan nebûna yek helwesta siyasî ye”

Mamosteyê Zanîngehê Dr. Rencder Mihemed û Çalakvan Herêm Ebobekir ên ji Helebçayê û her wiha welatiyên Silêmaniyê derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê axivîn û gotin:
“Metirsiya herî mezin ew e ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk yekhelwestî û yekrêzî nebe.
Dewleta Tirk bêyî hevkariya noker û xwefiroşên navxwe nikare dagirkeriya xwe berdewam bike.
Ger Kurd yek helwest bin û hemû alî bibin yek, dikarin li dijî hemû dewletên dagirkerên Kurdistanê serkeftî bin.”

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Başûrê Kurdistanê û armanckirina sivîlan zêde bûye.

Niha jî dewleta Tirk a dagirker plana operasyonek nû ya dagirkirina Başûrê Kurdistanê amade dike û PDK jî ji hemû aliyan ve hevkariya wê dike.

Li ser vê yekê mamostayê zanîngehê Dr. Rencder Mihemed û Çalakvan Herêm Ebobekir ên ji Helebçayê axivîn.

Dr. Rencder Mihemed anî ziman ku pêwîste Kurd şert û mercên îro û metirsiyên ku li ser Kurdistanê hene baş binirxînin û got:

“Metirsiya herî mezin a li ser Kurdan nebûna yekrêzî û yek helwesta siyasî ye.”

Welatiyên Silêmaniyê: Ne bi hevkariya nokeran be wê nikaribe dagirkeriya xwe dom bike

Çalakvan Herêm Ebobekir jî diyar kir ku ger ne bi hevkariya xwefiroşên navxweyî be, wê dewleta Tirk nikaribe dagirkeriya xwe li ser xaka Kurdistanê berdewam bike û got:

“Li herêmê guhertinên mezin çêdibin, pêwîste kongreya netewî pêkwere.”

Welatiyên Silêmaniyê: Hikumeta Başûrê Kurdistanê gelek xemsar tevdigere

Her wiha welatiyên Silêmaniyê jî derbarê heman mijarê de axivîn.

Tahir Mistefa anî ziman ku divê yekîtî were avakirin û got:

“Em bang li hikumeta Başûrê Kurdistan û Iraqê dikin ku çareyekê ji dagirkeriya dewleta Tirk re bibînin û serweriya Başûrê Kurdistanê û Iraqê biparêzin û got:

“Diviyabû dewleta Iraqê ev binpêkirin û bombebarankirinên ku bi rêya hewayî û bejayî tên kirin qebûl nekira.

Divê dewletên Îslamî li hember van êriş û binpêkirinên dewleta Tirk bertek nîşan bidin.

Hikumeta Başûrê Kurdistanê gelek xemsar tevdigere.”

Welatiyên Silêmaniyê: Sedema bêdengiya dewletan a li hemberî êrişan berjewendiyên wan in

Teha Ehmed jî diyar kir ku dewletên dagirker çareseriya doza Kurda naxwazin û gelê Kurd qebûl nakin û wiha domand:

“Ger Kurd yek helwest bin û hemû alî bibin yek, dikarin li dijî hemû dewletên dagirkerên Kurdistanê serkeftî bin.

Sedema bêdengiya dewletan ya li hemberî êriş û dagirkeriyên Başûrê Kurdistanê berjewendiyên wan in.”

Back to top button