Ji bo dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê Erdogan li Bexdayê ye

Şefê rejîma Tirkiyê Erdogan ji 2012’an ve cara yekem serdana Iraqê kir.
Erdogan ji bo rawakirina dagirkeriya xwe ya li ser xaka Başûrê Kurdistan û Iraqê li gel rêveberên Iraqê civiya.
Erdogan xwerst piştevaniyek bihêz ji Bexda bigre lê ya tê xuyakirin ev hîna pêk ne hatiye.

Îro piştî 12 salan şefê rejîma Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bi şandeyeke mezin re serdana Iraqê kir.

Erdogan despêkê serdana Bexdayê kir.

Ev serdan demeke dirêje ji aliyê Enqere-Bexdayê ve bingehê wê dihat amadekirin.

Ji ber vê yekê rejîma Tirkiyê dixwaze di dagirkeriya xwe ya xaka Başûrê Kurdistanê de, Iraqê jî bike şirîkê xwe.

Li ser vê yekê ev serdan ji bo xwe weke dîrokî binav dike.

Tirkiye: Bi Iraqê re wê li ser 20 xalan lihevkirin pêk were

Şefê rejîma qirker dixwaze bi Iraqê re odeyek oparasyona hevbeş ji bo şerê li dijî gerîlayên parastina sînorê xaka başûr û Iraqê dike, bide avakirin.

Beriya serdanê Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan jî doh diyar kir ku wê alî li ser bêtirî 20 peymanan lihevkirinekê îmze bikin.

Erdogan bi serokkomarê Iraqê Ebdulatîf Reşîd re civiya

Di vê çarçoveyê de, Erdogan despêkê li Bexdayê bi Serokomarê Iraqê Abdullatîf Reşîd re civiya.

Hat ragihandin ku di hevdîtinê de “Tirkiyê diyar kir ku di mijara têkoşîna li dijî PKK’ê de hêviyên wan ji Iraqê hene û divê wan pêk bîne.

Piştî vê hevdîtinê Erdogan bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed El Sûdanî re jî civiya.

Erdogan û Sudanî çend peymanên di navbera herdu aliyan de îmze kirin.

Wezîrê Karê Derve Hakan Fîdan, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler, Wezîrê Enerjiyê Alparslan Bayraktar û Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin jî di nav şandeya li gel Erdogan de cihê xwe digre.

Sûdanî: Me li ser mijara ewlehiya sînor li hev kir

Piştî vê hevdîtinê Erdogan bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed El Sûdanî re jî civiya.

Erdogan û Sûdanî çend peymanên di navbera herdu aliyan de îmze kirin.

Piştî hevdîtinê Sûdanî jî bi daxuyaniyekî ragihand ku wan bi giştî 24 peyman bi Tirkiyê re îmze kirine got:

“Me li ser mijara ewlehiya sînor jî li hev kir.

Em rê nadin ku li ser xaka Iraqê xeteriyek Tirkiyê tehdît bike.”

Erdogan piştî Bexdayê berê xwe da Hewlêrê

Pişît wê hevdîtinê jî Erdogan ber xwe da Hewlêrê.

Wezîrê Karê Derve Hakan Fîdan, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler, Wezîrê Enerjiyê Alparslan Bayraktar û Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin jî di nav şandeya li gel Erdogan de cihê xwe digre.

Piştî 12 salan erdogan ji bo razîkirina Iraqê serdana Bexdayê kir

Herî dawî Erdogan di sala 2012’an de wek serokwezîr serdana Bexdayê kiribû.

Ji 2023’an ve di navbera Bexda û Enqereyê de li pey hev, hevdîtin pêk hatin.

Rejîma Erdogan bi israre li gel artêşa Iraqê Navendek Tevgera Hevbeş ya ji bo şerê li dijî gerîlayên Kurdistanê ava bike.

2019’an jî dewleta Tirk bi navê Oparasyona Pençe-Kilît dest bi dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê kiribû.

Rejîma Enqere bi awayeke eşkere dibêje ew ê li tevahiya sînorê bi Başûr û Rojavayê Kurdistanê re bi kurahiya 30 kîlometre dagir bike.

Piştî hevdîtinên li Bexdayê Erdogan û şandeya pêre wê berê xwe bidin Hewlêrê û hevdîtinên xwe bi PDK’ê re pêk bîne.

Back to top button