Tevgera Azadî: Hatina Erdogan a Iraqê ji bo aloziyê ye

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê têkildarî serdana Erdogan a ji bo Iaqê daxuyaniyek da û got: “Ev serdana Erdogan wê bi xwe re kaosê bîne welêt.”
Komek çalakvanên mafên mirovan li Bexdayê serdana Erdogan pirotesto kirin û gotin: “Armanc serdanê berfirehkirina dagirkerî û talankirinê ye.”

Desteya Rêveber a Tevgera Azadî di derbarê serdana Serokomarê Tirkiyê şefê faşîst Recep Tayib Erdogan a ji bo Iraqê de daxuyaniyek nivîskî parve kir.

Di daxuyaniya Tevgera Azadî de hat gotin:

“Di nava 22 salên desthilata Erdogan de, dewleta Tirk êrişên herî mezin li dijî gelê Kurd meşandiye.

Lê PDK bi awayek bê şerm, bi hemû derfetên xwe hevkariya dagirkerî û êrişên dijmin ên li ser gerîlayên azadiya Kurdistanê dike.

Eşkereye proje û niyeta Erdogan zindîkirina ‘Misaqî Millî’ ye.

Divê were zanînê ku ev desthilata faşîst a Tirk ti cûdahiyê naxe navbera ti Kurdan.”

Tevgera Azadî: Divê helwesta neteweyî were nîşandan

Tevgara Azadiyê bang li hemû Kurdên xwedî rûmete kir ku li dijî siyaseta şovenîst û dagirker ya Tirk xwedî helwest be û got:

“Bersiva herî baş jî ewe ku di hemû astê de helwesta yekgirtî û neteweyî were nîşandane.”

TAJÊ: Divê dewleta Tirk ji xala Iraqê were derxistin

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) jî bi daxuyaniyekê serdana Erdogan a ji bo Bexda û Hewlêrê şermezar.

Berdevka TAJÊ Riham Hico bang li rayedarên Iraqê û hikûmeta başûrê Kurdistanê kir û got:

“Dewleta Tirk îro dixwaze Iraqê bikişîne nava pilanên xwe yên qirêj û bike şirîkê xwe.

“Armanca serdanê berfirehkirina dagirkerî û talankirinê ye”

Serdana Erdogan bo Iraqê li Bexdayê jî ji aliyê komek çalakvanên mafên mirovan ve rastî nerazîbûnan hat.

Çalakvan li meydana Tehrîr ya Bexdayê, dijî serdana Erdogan, êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Kurdistanê daxuyaniyek dan û gotin:

“Armanc serdanê berfirehkirina dagirkerî û talankirinê ye.

Divê kolanên Iraqê dijî êrişan bêdeng nemînin.”

Ji bo dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê Erdogan li Bexdayê ye

Back to top button