Li Kenyayê lêhî: 42 kes mirin

Li seranserî cîhanê karesatên xwezayî rû didin.
Li Kenyayê di lêhiyê de 42 kesan û li Amerîkayê jî ji ber bahozê 5 kesan mirin.
Her wiha ji ber pêla germê ya ku bandorê li Başûr û Rojhilatê Asyayê dike, germahî gihîşt 45 pileyî.
Rayedarên tenduristiyê jî hişyarî dan û teqez kirin ku pêla germê dê berdewam be.

Li paytexta Kenya Naîrobiyê bendavek teqiya. Di encamê de herî kêm 42 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Walî Sûsan Kîhîkî ji AFP’ê re axivî û got:

“Heta niha 42 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Hin kesên din hene ku di nava heriyê de mane û em hewl didin bibînin.”

Bendav bi 100 kîlometreyî li bakur rojavayê Naîrobiyê ye, li nêzî bajarokê Maî-Mahîû yê li Geliyê Rîftê ye.

Li gorî rayedaran, ji ber teqîna bendavê mal û rê di binê avê de man.

Li Kenyayê xebatên rizgarkirinê didomin

Wezareta Perwerdehiyê ya Kenyayê jî ragihand ku roja vekirina dibistanên ku dihat plankirin vê hefteyê werin vekirin, hat paşxistin û dê heftiya bê jî dibistan bên vekirin.

Di daxuyaniya wezaretê de wiha hat gotin:

“Bandora baranê ya wêranker li ser hin dibistanan ew qas mezin e ku bêyî ku ewlekariya hemî dibistanên zirardar were dabînkirin, jiyana xwendekar û mamosteyan xeternak e.”

Li paytexta Naîrobiyê rêya ku diçe balafirgeha navneteweyî jî di bin avê de ma, hat ragihandin ku hemû çûn û hatin li gorî plansaziyê pêk tên.

Ji meha Adarê ve ji ber lehiyê 76 kes mirin

Roja Înê hikumeta Kenyayê bang li gel kiribû ku li hemberî barana zêde amade bin.

Ji meha Adarê û vir ve di lehiyê de 76 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li navçeya Nakûrû ya li Maî-Mahîû, di sala 2018’an de ji ber barana zêde û lehiyê bendava Solaî teqiya bû û 48 kesan jiyana xwe ji dest da bûn.

Li Amerîkayê bahoz: 5 kes mirin

Li aliyê din ji ber bahozên li eyaletên Oklahoma û Iowa yên Amerîkayê 5 kes mirin.

Li gor daxuyaniya Servîsa Tenduristiyê ya Lezgîn a wîlayeta Hughes, li Oklahomayê 4 kes ku di nav wan de zarokek heye ji ber bahozê û kesek jî li Iowayê mirin.

Nêzîkî 100 birîndar li nexweşxaneyên li Oklahoma hene, ku piştî zirarê xebatên paqijkirinê dest pê kir.

Nêzîkî 30 kes li bajarê Sulfur ku nifûsa wê nêzîkî 5 hezar kes e, li başûrê Oklahoma City, ku bandora tofanê bi tundî hat hîskirin, birîndar bûn.

Hat ragihandin ku ji ber bahoza ku li Oklahomayê rû da û li bajarê Holdenville yê li başûrê welêt 2 kes mirin.

Li Asyaya Başûr-Rojhilatê pêla germê

Her wiha ji ber pêla germê ya ku bandorê li Başûr û Rojhilatê Asyayê dike, li dibistanan ders hatin betalkirin.

Rayedarên tenduristiyê jî hişyarî dan û teqez kirin ku pêla germê dê berdewam be.

Di pêla hewaya awarte ya ku hefteya borî li herêmê bandor kir, germahî gihîşt 45 pileyî.

Ji ber germahiya rekorê li gelek dibistanan perwerde hat sekinandin.

Her çend li Kamboçya, Myanmar, Vîetnam, Hindistan û Bangladeşê germa zêde û şiliya xeniqandinê bi bandor bû.

Back to top button