Çîgdem Dogû: Divê çalakiyên xweser ku pêngavê mezin bike bê lidarxistin

Endama Koordînasyona KJK’ê Çîgdem Dogû diyar kir ku Rêber Apo sîstem, têkoşîn, fikir û hestên xwe mîna sifreyekê pêşkêşî jin û mirovahiyê dike û got:
“Divê em li dora paradîgmaya Rêbertî û armanca misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêbertî çalakiyên hîn xweser lidar bixin.
Em vê têkoşînê çiqasî karibin mezin bikin, em ê ewqasî karibin vê sîstema êşkenceyê bişikînin û di nava vê de jî azadiya fîzîkî ya Rêbertî, azadiya jinan, gelan û gelê Kurd misoger bikin.”

Endama Koordînasyona KJK’ê Çîgdem Dogû beşdarî Medya Haber TV bû û pêngava ‘Ji Rêber Aop re Azadî û  ji pisgirêka kurd re çareserî’ nirxand.

Çîgdem Dogû anî ziman ku pêngav gihîştiye astekê, gaveke girîng avêtiye û got:

“Pêngav her tim tê wateya gavavêtinek bi pêş ve. Yanî di her gavê de pêwîstî bi ruhekî mezin, enerjiyeke hîn mezin û gavên encamgir heye.
Lewma di pêvajoyên 15’ê Sibatê, 8’ê Adarê, Newroz, pêvajoya hilbijartinê ya li Bakur, her yek ji van gavan gavavêtinek ber bi pêş ve bû.
Ya rast pêşvebirina pêngavê bû. Niha piştî vê pêvajoyê divê pêngav li ser xeteke hîn mezin bê pêşvebirin.”

“Em çiqasî sifreya rojê mezin bikin, em ê azadiya fîzîkî jî ewqasî karibin misoger bikin”

Çîgdem Dogû destnîşan kir ku weke Tevgera Jinê ew bi rengê herî xurt tevlî vê pêvajoya pêngavê dibin û got:

“Em ê hîn bi biryardarî tevlî bibin.
ÊLê belê weke jin, divê em li dora paradîgmaya Rêbertî û armanca misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêbertî çalakiyên hîn xweser lidar bixin.

Em dixwazin di dema pêş de çalakiyên xwe yên xweser ên jinan bi navê ‘Li sifreya Rojê’ hîn xurt bikin.

Weke Tevgera Jinê em di wê baweriyê de ne ku divê pêngavê ji aliyê xweser ve hîn bêhtir bi pêş ve bibin.”

Çîgdem Dogû: Ya ku vê sîstemê kontrol bike, mezinkirina têkoşîna civakî ya Jin û gelan e

Endama Koordînasyona KJK’ê Çîgdem Dogû wiha bi dawî kir:

“Li hemberî me rastiyeke sîstema êşkenceyê ya bêhiqûqî, îllegal û ne qanûnî ya paşverûtiya herêmî, dewleta Tirk a faşîst û hêzên navneteweyî di nav de ne, heye.

Ya ku vê sîstemê kontrol bike, rawestîne, mezinkirina têkoşîna civakî ya jin û gelan e.

Em vê têkoşînê çiqasî karibin mezin bikin, em çiqasî karibin li dora vê sifreyê rûnên, em ê ewqasî karibin vê sîstema êşkenceyê bişikînin û di nava vê de jî azadiya fîzîkî ya Rêbertî, azadiya jinan, gelan û gelê Kurd misoger bikin.”

Back to top button