Meclîsa Malbatên Şehîdan ya Minbicê bi boneya şehîdên 18’ê Gulanê parkek bi navê “Parka Şehîdan” vekir.
Di merasîma vekirina parkê de şênî, malbatên şehîdan û endamên saziyên sivîl û leşkerî amde bûn.
Li wir beşdarên ku axivîn qala tekoşerî û nirxên şehîdan kirin.
Bavê şehîd Mihemed Îbrahîm jî axivî û got:
“Ji bo ku em bi aramî û ewlehî bijîn ciwanên vê civakê canê xwe fedakirin û şehîd bûn.
Lewma em jî her di nava bîranîna wan de ne û soza şopandina rêya wan didin.”
Endamê Mala gaziyên Şer jî Mihemed Xêr jî qala têkoşîna şehîdan kir û ev tişt anî ziman:
“Şehîd nirxên pîroz û rûmeta şorşê ye.
Ji ber wê ev xaka pîroz ku bi saya şehîdan hate rizgarkirin, em soz didin ku emê veguherînin jîngehê.”