QSD: Rêhevalê me Mezlûm Qamişlo ku di êrişeke terorî de birîndar bûbû şehîd bû

QSD’ê nasnameya şehîdekî xwe ku piştî birîndariyê şehîd bû eşkere kir.
QSD dayar kir ku ew ê heya tunekirina hemû şaneyên DAIŞ li ser xaka Sûriyê çalakiyên ewlehiyê dewam bikin.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk QSD nasnameya şehîd Mezlûm Qamişlo eşker kir û ev agahî parve kirin:

“Şervanê me Mezlûm Qamişlo ku di encama êrişeke terorî de li bajarokê Şihêl yê Dêrazorê birîndar bû.

Rêhevalê me Mezlûm û hevalên xwe li deriyê sereke yê nuqteya leşkerî bersiva êrişê dan û nehiştin erebeya bombebarkirî derbasî nuqteyê bibin.

Di encama teqîna erebeyê de 3 şervanên QSD’ê şehîd bûn û 7 jî birîndar bûn, yek ji birîndaran Mezlûm Qamişlo bû ku duh gihaşt asta şehadetê.

Li ser navê QSD’ê em sersaxiyê ji malbata şehîd Mezlûm û hemû malbatên şehdan re dixwazin.

Em soz didin ku heta tunekirina terorîstan li ser tevahî xaka xwe çalakiyên ewlehiyê bidomînin.

Agahiyên derbarê nasnameya şehîd de wiha ye:

Nasnav: Mazlûm Qamişlî
Nav û paşnav: Basil El Hiso
Navê DayIkê: Necle El Hiso
Navê Bav: Lorans
Cih û dîroka ji dayîkbûnê: Dolawiye-sala 1995
Cih û dîroka şehadetê: Nexweşxaneya Sarya-Hesekê-18-Gulana 2024″

Back to top button