22 Partî dê bi tifaqekê beşdarî Hilbijartina Şaredariyan bibin

22 Partiyan ragihand ku wan tifaqek bi navê ‘Tifaqa Gelan û Jinan ji bo Azadiyê’ ava kirin da ku beşdarî Hilbijartinên Şaredariyan binin.
Her 22 Partiyan tekez kirin ku ew ê di vê tifaqê de ji bo armancên xwe kar bikin.
Her wiha destnîşan kirin ku ew ê ji pêşxistina rastiya xizmetguzariyê bo gel li dijî hemû hewldanan bisekinin.

Nûnerên 22 partî û tevgerên jinan civîneke çapemeniyê li dar xistin.

Partiyan di kongreyê de tifaqek bi navêˊ Tifaqa Gelan û Jinan ji bo Azadiyê ˊ ava kirin.

Ev tifaq jî ji bo ku beşdarî hilbijartinên şaredariyan ên 11 Hezîranê bên lidarxistin bibin.

Di civîna çapemeniyê ya li avahiya PYD’ê ya Hesekê hatiye lidarxistin de daxuyaniyek hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hat gotin :

“Di hilbijartinan de em ê şaredariyên demokratîk ji xwe re bikin model.

Em ê siyaseta demokratîk li ser esasê xurtkirina zihniyeta demokratîk esas bigirin.

Ev yek bi rêya van şaredariyên ku li dijî her cure zîhniyeta desthilatdar, navendî û mêrane pêk tê.

Em bi hev re ji bo serkeftina wê û xurtkirina naveroka demokratîk a proseya hilbijartinê di hevalbendiya me de bixebitin.

Tifaqa me jî wê bi hemû îmkanên xwe ber bi rastiya xizmetguzariya pêşketî xurtir bike.”

Xebatên werin kirin

Her 22 partiyan xalên bernameya xwe ya hilbijartinê raghandin li gor wê:

“Li ser pêşxistina şaredariyan û pêşxistina rastiya xizmetguzariyê xebateke baş were kirin.

Berfirehkirina peywendiyên diblomasî di navbera şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Pêşxistina siyaseteke avaker ku malbatên şehîd, girtî û birîndarên şer ji hev cuda bike.

Xurtkirinina kooperatîfên hilberîner ên weke stûna bingehîn a aboriya civakê tên dîtin.

Pêşxistina planên bi bandor ên ku projeyan ber bi enerjiya alternatîf ve dikişîne.

Xebat ji bo pêşxistina kampanyayên daristanan û zêdekirina qadên kesk were kirin.”

“Êm ê ji bo pêşxistina xizmetguzariya gel li dijî hemû êrişan têbikoşin”

Herî dawî her 22 partiyan tekez kirin ku ew ê di vê tifaqê de ji bo armancên xwe kar bikin.

Her wiha destnîşan kirin ku ew ê ji pêşxistina rastiya xizmetguzariyê bo gel li dijî hemû hewldanan bisekinin.

Back to top button