Parlamana Misirê destûr da El-Sîsî ku destwerdanê li Lîbyayê bike

Parlamena Misirê destûr da Serokkomar Ebdulfetah El-Sîsî ku destwerdanê li Lîbyayê bike.

Parlamana Misirê duh rûniştineke girtî li dar xist û destûr da El-Sîsî ji bo parastina ewlehiya welêt hemû tiştên pêwîst bike.

Bi vê yekê destûr ji El-Sîsî re tê dayîn ku destwerdana yekser li Lîbyayê bike.

Piştî vê jî, serokê Parlemena Lîbyayê Uqeyle Salih teqez kir ku Misirê, odeyeke operasyonan ji bo şopandina pêşketinên aloziya welêt ava kiriye.

Salih diyar kir ku di çend saetên bê de, gelek berpirsên Lîbî serdana Misirê dikin da ku tedbîrên pêwîst bistînin.

Trump hewldanên Misirê yên çareseriyê erênî nirxand

Li aliyekî din jî, Serokomarê Misirê bi rêya telîfonê bi Serokê Amerîkayê Trump re derbarê rewşa Lîbî de axivî.

Herdu aliyan li ser çareseriya siyasî û pêkanîna agirbestekê ji bo Lîbyayê teqez kirin.

Trump jî ji aliyê xwe ve hewildanên Misirê yên ji bo çareseriyê erênî nirxand.

Back to top button