Kongra Star banga darizandina kujerên Jinan kir

Kongra Star a bajarê Til Temirê a Kantona Cizîrê, bi daxuyaniyekê balkişand ser qetilkirina Jinan û banga darizandina kujeran kir.

Kongra Star a bajarê Til Temirê li Kantona Cizîrê, bi armanca şermezarkirina kuştina Jinan daxuyaniyek li Saziya Malbatên Şehîdan dan.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Rêvebera Kongra Star Hiyam Yûsif ve hat xwendin.

Bi dehan jin, endam, rêveberên sazî û meclisê amade bûn.

Naveroka daxuyaniyê wiha ye:

“Jin di civaka me de hîn jî rûbirûyê êrîş, tundî û zayendperest tê, ku armanc ji van cûreyên êrîşan ew e ku pêşî li pêşketina jinan bigrin.

Jinê careke din vegerînin jiyana koledariyê û hîn bêtir wê bi tundiya fîzîkî û derûnî re rûbirû bihêlin.

Jin wê qebûl nake, ji ber hişmendiya mêrsalar û êrîşên dewleta Tirk a dagirker êdî jin dawî li jiyana xwe tîne.

Em sûcdarê yekemîn hişmendiya mêr berpirsiyarê yekem dibînin.

Em ji vir bang li darizandina sûcdaran dikin.”

Daxuyanî bi diruşmeya “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.

Back to top button