Li Dêrazorê teqîn pêk hat-2 kes hatin kuştin

Li Dêrazorê erebeyek teqiya.
Her weha Çeteyên DAIŞ’ê nava rojê li çolistana Sûriyê 9 leşkerên hikuemta Şamê kuştin.
Li hêlekî din, Girtiyek di girtîgehên hikumeta Şamê hate kuştin.

Vê sibê li Dêrazorê dengê teqîneke bihêz hate bihîstin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku li texa El-Qûsûr ya li Dêrazorê erebeyek teqiya.

Erebeya ku hate teqandin ya çekdarên Îranê bû û bi madeyên teqemeniyê barkirîbû.

Di encamê de, 2 kes ku di erebeyê de bûn hatin kuştin.

Çeteyên DAIŞ’ê li çolistana Sûrî 9 leşkerên hikumeta Şamê kuştin

Li çolistana Sûriyê jî Tevgera çeteyên DAIŞ’ê her diçe berfirehtir dibe.

Çavdêriyê eşkere kir ku çeteyên DAIŞ’ê di 2 êrişên cuda de, li çolistana Dêrazorê û Humisê 9 leşkerên hikumeta Şamê kuştin.

Her wiha vê sibê jî li çolistana Humsê di êrişa çeteyên DAIŞ’ê de,

Li Hemayê leşkerek hikumeta Şamê hate kuştin

Li ‘herêma Bêçek’ jî şer di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de hebû.

Li xetên şer yên li gundewarê Hemayê çeteyan bi sekvanî leşkerekî hikumeta Şamê kuştin.

Her wiha li xetên şer yên gundewarê Helebê jî, efserekî hikumeta Şamê di êrişên çeteyan de, hate kuştin.

Girtiyek di girtîgehên hikumeta Şamê de hate kuştin

Li aliyekî din jî, rewşa girtiyan li girtîgehên hikumeta Şamê de, gelekî nebaşe.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku beriya 2 mehan kesek ji aliyê hikumeta Lubnanê dersînorê Sûriyê kirin.

Li ser sînor ev kes ji aliyê leşkerên hikumetê tê girtin û di girtîgehan tê girtin.

Vê sibê ev kes ji ber paşguhkirina tenduristiyê di girîgehên hikumeta Şamê de mir.

Li gundewarê Humisê 5 kes hatin kuştin

Back to top button