Qurbaniyên malbata Şenyaşar di 6. salvegera xwe de hatin bibîranîn

Ferdên malbata Şenyaşar ên ku 14’ê Hezîrana 2018’an aliyê alîgirên AKP’ê ve hatibûn kuştin, di salvegera qetilkirina wan de li ser gorên xwe hatin bibîranîn.
Di bîranînê de dayika Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û 2 kûren wê hatin kuştin ji bo darizandina kujeran careke din banga edaletê kir.
Hevseroka Giştî ya DEM’ê Tulay Hatimogullari jî a tevlî bernameyê bû got: “Bila hemû Tirkiye qêrîna dayika Emîne bibihîze.”

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de parêzvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî malbata Şenyaşar kiribûn.

Di êrişê de Esvet Şenyaşar û lawên xwe Adil û Celal hatibûn qetilkirin.

Her sê ferdên malbatê di salvegera qetilkirina xwe de li ser gorên xwe yên li Goristana Asrî ya Pirsûsê hatin bibîranîn.

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar yê ku ji komkujiyê birîndar rizgar bûbû û gelek kes beşdarî bernameya bîranînê bûn.

Tulay Hatiomgullari: Bila hemû Tirkiye qêrîna dayika Emîne bibihîze

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari,Hatîmogullari piştî bîranînê li ber goristanê axivî û têkoşîna edaletê ya Dayika Şenyaşar ku bi salan e tê meşandin nirxand

Bi domdarî Tulayê xîtabî Wezîrê Dadê yê Tirkiyê kir û destnîşan kir ku ew jî hevkarê komkujiyi ye, ji ber ku delîl yek bi yek hatin tarîkirin, dizîn û veşartin.

Tulay Hatîmogûllari anî ziman ji bo hemû daxwazên rewa yên malbata Şenyaşar ew ê bi hev re li ber xwe bidin û dawiyê bang li hemû aliyên Tirkiyê kir ku qêrîna dayika Emîne Şenyaşar bibihîse û piştgirî bide.

Piştre Parlamenterê Partiya DEM’ê Ferît Şenyaşar ê ku bi birîndarî ji komkujiyê rizgar bû, axivî û bi bîr xist ku ev komkujî li dijî hemû gelê Kurd, hatiye kirin.

Hate diyar kirin kesê ku komkujî pêk anî xwe li pişt Erdogan veşart û hat gotin ji ber vê yekê daraz tevnagere.

Dema ku desthilata Erdogan têk biçe, kesê qetlîam kiriye û her kesê ku çavê xwe girtiye dê bên darizandin.

Back to top button