Li bajarê Duisburg yê Almanyayê 18. festîvala jinan a Zîlan dest pê kir

18’emîn festîvala Zîlan bi dirûşmeya “Bi Jin, Jiyan, Azadî, Ber Bi Şoreşa Jinê” li bajarê Dûsporg yê Almaniyayê bi panelekê destpê kir.
Di panelê de bal kişandin ser têkoşîna jinan di nava qadê civakî û sîysî de.
Her wiha hat diyar kirin ku bi saya Berxwedan û têkoşîna jinê wê tecrîd bê şikenadin û Rêber Apo fîzîkî azad bibe.

18’emîn festîvala Zîlan bi dirûşmeya “Bi Jin, Jiyan, Azadî, Ber Bi Şoreşa Jinê” li bajarê Dûsporg yê Almaniyayê bi panelekê destpê kir.

Festîvala Jinan a Zîlan ku ji sala 2004’an ve tê pîrozkirin, xeta berxwedanê ya têkoşîna azadiya jina Kurd ku belavî hemû cîhanê bûye, bîne heta festîvalê.

Îro Festîval bi panela “Xweparastin-Jin” destpê kir.

Fermandara Yekîneyên Jin a Şengalê (YJŞ) Hêza Şengalî, Çalakvana Xebatên Jinan Medya Botan, Nûneriya KJAR-Ewropayê Meryem Fetahî amade bûn.

Di panelê de beşdaran bal kişand li ser tecrîda li dijî Rêber Apo û gotin:

Tecrîda li ser Rêber Apo konsenpteke navneteweyî ye.

Divê her kes li her derê ji bo azadiya Rêber Apo bixebite.

Beşdaran bibîrxistin ku bi hêzên paratinê yên jinan li ber ronahiya felsefeya Rêber apo li Rojava û Şengalê hatin afirandin û van hêzan hemû mirovî li dijî hovîtiyê parastin

Her wiha îşeret bi xiyaneta PDK’ê û hevkariya wê ya bi dagirkeriya Tirkiyê jî hat kirin û beşdaran li dijî hemû cûre êrişan banga xurtkirina têkoşînê kirin.

Back to top button