TECRÎDA LI SER RÊBER OCALAN RÊ LI BER ŞEREKÎ VEDIKE

Parlementerên Parlementoya Ewrûpayê di civîna çapemeniyê de diyar kirin ku tecrîda li ser Rêber Ocalan rê li ber şerekî vedike.

Gelek parlementer ji yekîtiya Ewrûpayê tevlî civîna çapemeniyê bûn.

Parlamenteran di civîna xwe de işaret bi girtina Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş kirin û gotin;

Divê ji bo hemû girtiyên li Tirkiyê erka xwedîderketinê hebe.

Her wiha parlementeran bal kişandin ser çalakiya Leyla Guven û diyar kirin ku çalakiya wê li tevahî Kurdistan û Ewrûpayê jî belav bûye.

Parlementetan çalakiya Leyla Guven wek riya aştiyê bi nav kirin û gotin:

Leyla Guven dixwaze li şûna tecrîdê rêya diyalogê bê bikaranîn.

Di dawiya civînê de hat gotin ku divê parlementoya Ewrûpayê jî bêhtir giraniyê bidin van mijaran.

Leave a Reply

Back to top button