HPG: LI HERÊMA KIRÊ KORÊ YA ÎDIRÊ FERMANDAREK TIRK HAT KUŞTIN

Gerîlayên HPG’ê li Îdirê li dijî yekîneyên veşartî yên artêşa Tirk çalakiyek pêk anî.

Di encama vê çalakiyê de fermandarê yekîneyê veşartî yên artêşa tirk hat kuştin û gelek leşker jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

Artêşa Tirk ev demeke li herêma Kirê Korê ya Îdirê bi yekîneyên veşartî operasyonê dike.

Di çarçoveya Pêngava Serketina Şoreşgerî de ya li Eyaleta Serhedê dewam dike.

11’ê Kanûnê li qada Kirê Sitîla li dijî yekîneyên veşartî çalakiyek hat lidarxistin.

Di çalakiyê de li gorî hat zanîn, fermandarê yekîneyê hat kuştin, her wiha gelek leşker jî birîndar bûn.

Wesayîteke leşkerî ya bi tîpa Cemse hewl dida mudaxleyî qada çalakiyê bike lê gerîlayên li wî jî xist, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehat zelalkirin.

Qereqolên artêşa Tirk ên li derdorê, piştî çalakiyê bi çekên giran li qada çalakiyê reşandin.

Di şer de zerar negihiştiye gerîlayan.

Leave a Reply

Back to top button