KNK’ê êrîş û gefên dewleta Tirk a dagirker ya li ser Şengal, Mexmûr û Bakur û Rojhilatê sûrî bi daxuyaniyeke niviskî şermezarkir.
KNK’ê got;
Armanca êrîş û gefan dewlet Tirk a dagirker ew e ku îdareya xweser ya rojavaya Kurdistanê hilweşînin.
KNK’ê êrîş û gefên dewleta Tirk a dagirker ya li ser Şengal, Mexmûr û Bakur û Rojhilatê sûrî bi daxuyaniyeke niviskî şermezarkir.
KNK’ê di daxuyaniya xwe de wiha got;
Piştî gefên Erdogan yên li dijî herêmên bi ewle li bakur û rojhilatê sûrî frokeyên şer yên dewleta Tirk a dagirker Mexmûr û Şengal bombebaran kirin.
Her wiha KNK’ê di daxuyaniya xwe de balkişand li ser armanca dewleta tirk ji van êrîş û gefan û wiha anî ziman:
Armanca êrîş û gefan dewlet Tirk a dagirker ew e ku îdareya xweser ya gelên bakurê sûrî hilweşînin.
Dewleta Tirk naxwaze ku gel Kurd li welatê xwe Kurdistanê azad bijîn.
KNK’ê diyar kir ku êrîş û gefên li Bakur û Rojhilatê Surî tê kirin yekser bandora xwe li ser başurê kurdistanê jî dike û wiha domand:
Eve tê wê wateyê ku hemû gelê kurd di heman keştiyê de ne.
KNK’ê daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir:
Divê Gelê kurd li her çar beşên Kurdidstanê li dijî gef û erîşên dijimnên Gelê kurd yek rêziya xwe ava bike.