Rêveberiya Xweser, MSD’ê û Yekîtiya Jinên Komînist a Kurdistanî bi peyamên cuda sersaxî ji Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî re ji bo wefata dayîka wî, xwest.
Dayîka Mezlûm Ebdî ya bi navê Xezne Hac Hisên a 86 salî, duh ji ber krîza dil, jiyana xwe ji dest da.
Rêveberiya Xweser û MSD’ê xemgîniya xwe bi Fermandar Ebdî re anîn ziman û sersaxî ji wî û malbata wî re xwest.
Serokê hikumeta Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî, sersaxiya Mezlûm Ebdî xwest.
Her wiha Jinên Komînist ên Kurdistanî jî peyamek bo sersaxiyê da û got:
“Me bi êş û xemgîniyeke mezin agahiya wefata Yadê Xezne a hevjîna têkoşerê welatparêz Dr. Xelîl Ebdî û dayîka fermandarê QSDê Mezlûm Ebdî, bihîst.
Ev malbateke welatparêz a Kurdistanî ye û bi têkoşîna şoreşgerî ya rizgariya Kurdistanê, tê naskirin.”