Ji 10 bajarên cîhanê yên rêjeya sûc lê herî zêde ne 9 li Meksîkayê ne

Şerê navbera komên çete û kuştina sivîlan Meksîka dixe yek ji welatên herî bêewle.
Ji 10 bajarên cîhanê yên rêjeya sûc herî zêde ye, 9 ji wan li Meksîkayê ne.
Bajarê Colima yê Meksîka jî bajarê herî zêde kuştina sivîlan lê pêk tê ye.

Rapora ku ji aliyê Meclîsa Gel a Ewlehiya Gel û Hiqûqa Cezayê (CCSPJP) ve hat weşandin, 50 bajarên ku di cîhanê de rêjeya sûcê herî zêde lê hene, rêz dike.

Di raporê de hat gotin, Colima par ji her 100 hezar kesî, 181,94 kuştinan di rêza yekem de cih digire.

Meksîka 6 sal in mazûvaniya bajarên herî xeternak ên cîhanê dike.

Di raporê de 50 bajarên ku nifûsa wan ji 300 hezarî zêdetir e û rêjeya sûcê wan bilind e, cih digre.

Ji van 17 bajarên Meksîkayê cih digirin.

Ji 10 bajarên ku di cîhanê de rêjeya sûcê herî zêde lê hene 9 ji vî welatî hatine.

Di raporê de hikûmeta heyî ya ku tê îdiakirin çavên xwe ji kiryarên rêxistinên sûc ên li welêt girtiye û bi vî awayî ji rêxistinên sûc re qad vekiriye, hat rexnekirin.

Hat destnîşankirin ku li welatên ku li hemberî sûcên navborî tedbîr girtine pêşketinên berbiçav çêbûne.

Di raporê de hat diyarkirin ku El Salvador û Guatemala yên ji welatên herî zêde tundî lê dihatin kirin, bi tedbîrên bi bandor rêjeya kuştinê kêm kirin.

Back to top button