Li navçeya Onikişubat a Mereşê bi pileya 5’an erd hejiya

Piştî erdheja 6’ê Sibatê a Mereşê erdhejok hîna jî dewam dikin. Îro serê sibê carek din li navçeya onîkîşubat a Mereşê bi pileya 5’an erd hejiya. Di daneyên herî dawî hatin parvekirin de hejmara qurbaniyan bû 45 hezar û 89 kes. Her wiha tevî 26 roj li ser erdhejê re derbas dibin jî êş û mexdûriyetên mezin ên gel dewam dikin.

Erdhejên Mereşê bandor li gelek bajaran û bi dehhezaran mirovan kir.

Piştî erdheja 6’ê Sibatê heya niha bi hezaran erhejok çêbûne û hîna jî dewam dikin.

Îro serê sibê carek din li navçeya onîkîşubat a Mereşê bi pileya 5’an erd hejiya.

Li gorî daneyên Afadê erhej di saet 5:53’an de bi kurahiya 6,95 km pêkhatiye.

Hejmara qurbaniyên erdhejê bû 45 hezar û 89 kes

Her roj ku bi ser erdhejê re derbas dibe hin bêtir rûxandin ango hilweşîneriya wê derdikeve holê.

Dewleta tirk a ku rojên ewil destwerdan nekir bîlonçoya erdhejê qet bi qet girantir kir.

Bi hezaran kes ne ji ber erhejê, ji ber xemsariya hikûmeta AKP-MHP’ê jiyana xwe ji dest dan.

Di daneyên herî dawî hatin parvekirin de hejmara qurbaniyan bû 45 hezar û 89 kes.

Di roja 26. a erhejê de êş û mexdûriyêtên gel dewam dikin

Tevî 26 roj li ser erdhejê re derbas dibin jî êş û mexdûriyetên mezin ên gel dewam dikin.

Derfetên gel bisînor in, qadên bihîjyen kêm in, û hêj gelek pirsgirêkên din dikin ku gel neçarî koçberiyê bibe.

Li Meletiyê dewletê mexdûrên astengdar bê xwedî hiştine

Li Meletiya ku yek ji bajarên ji erhdejên li Mereşê çêbûn bi bandor bû, welatiyên astengdar di rewşekî zehmet de ne.

Di roja ewil a erdhejê de astengdarên li Malalênêrînê ya Guven a Meletiyê diman di bin berfê de hatin hiştin.

Pêdiviyên bi hezaran welatiyên astengdar ên li malên xwe man, bi cih nehatin anîn.

Xwişka Done Dag a ji sedî 70 astengdar, Perîhan Yucekaya diyar kir ku Miduriyeta Malbat û Xizmetên Civakî ya Bajêr ji bo xwişka wê li wan negeriyane

Yucekaya anî ziman dewlet mecbûr e li welatiyê ku pêdiviya wî li lênêrînê heye binêre û got: “Ne bav ne jî dayika Doneyê heye. Bi her awayî Done mexdûr e.

Ji ber nikare li xwe binêre divê her roj serê xwe bişo.

Ji ber wê yekê 70 kîlometreyan rê diçim wê dibim gund û serê wê didim şûştin.

Em dîsa neçar in ku vegerin bajêr. Mala me xera bû.

Em li dibistanê, kon, gund di nava perîşaniyeke mezin de dîmînin.

Rojnamevanên ku mexdûriyeta gel radigihînin dibin hedef

Desthilata ku nikare ji bo bangawaziyên gel bibe bersiv, rojnamevanên ku mexdûriyeta gel radigihînin hedef digire.

Serokê Giştî yê DÎSK BAsin-ÎŞ’ê Farûk Eren û Hevdîrektorê Komeleya Xebatên Çapemenî û Hiqûqê (MLSA) Parêzer Veysel Ok hedefgirtina rojnamevnaan nirxandin.

Rojnamevanan destnîşan kir ku li herêmên erdhejê astengkirina rojnamevanan û qedexekirina weşanê dijî hiqûqê ye û gotin: “Desthilat ji bo bêkêriya wê û kêmasiyên wê neyên bihîstin, êrişî rojnamevanan kir.”

Back to top button