Çalakvanên Mexmûrê piştigirî dan pêngava name nivîsandinê ji bo Rêber Apo

Li Wargeha Penaberan ya Mexmûr’ê di 28’ê Tebaxê de pêngavek ya nivîsandina nameyan ji bo Rêber Apo ji aliyê Tevgera Ciwanan ve hatibû destpêkirin.
Çalakvanên çalakiya Nobetê ya Mexmûrê jî bi nivîsandina nameyan piştgirî dan pêngavê.

Nameyên ku hatibûn nivîsandin duh bi şev li Saziya Malbatên Şehîdan, hatin komkirin.

Piştî deqeyek rêzgirtinê çalakvana nobetê Teybet Kapar li ser navê koma 15’emîn a çalakiyê axivî.

Teybet Kapar diyar kir ku ew weke koma 15’emîn a çalakiyê piştgiriya xwe ji tevgera Ciwanan re radighînin û got:

”Ev çalakî çi bi îmzeyan be, çi bi nameyan be û çi cûrê çalakiyan be emê berdewam bikin, heta ku em Rêber Apo bi fîzîkî azad bikin.

Em bang li tevahî gelê xwe yê welatparêz dikin ku bêjin ji tecrîd, êriş û kimyabarênê re Êdî bese.

Piştî axaftinê nameyên hatîn nivîsandin hatin komkirin û dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ hatin berzkirin.

Back to top button