HPG’ê nasnameya şehîd Delal Zanyar eşkare kir

HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya gerilayekî eşkere kir û sersaxî ji gelê kurd yê welatparêz re xwest
HPG’ê got: “Em ê di têkoşîna xwe de xwedî li bîranîna hevrêya xwe Delal derkevin, di şexsê zaroka wê ya hêja Zanyar de ku di oxira welêt û azadiyê de nekarî dayiktiyê jê re bike, em soz didin ku paşerojeke azad ji bo hemû zarokên Kurd biafirînin”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya gerilayek ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû eşkere kir.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

“Hevrêya me Delal li Amedê ku bi hezaran fedaî tevlî nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê kir û çanda berxwedanê lê timî zindî ye, ji dayik bû.

Dilsoziya malbata wê ya bi nirxên Kurdistanî û welatparêziya wan bû sedem ku hîn di zarokatiyê de berê xwe bide lêgerînan.

Hevrêya me Delal tevî ku zewicî bû û dayika zarokekê bû, xwest tevlî nava jiyana şoreşgerî bibe.

Hevrêya me Delal baweriya xwe bi wê yekê anî ku dayikbûna wê li pêşiya tevlîbûna wê ya li nava şoreşê ne asteng e û li dijî siyaseta înkar û qirkirinê ya ku li gelê me tê ferzkirin bêdeng nema, berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.”

HPG: Şehîd Delal bû milîtanek mînak

HPG’ê di domdariya daxuyaniya xwe de wuha bahsa têkoşîna şehîd Delal Zanyar kir.

“Hevrêya me delal bi sekna xwe ya dilnizmî, bi pisporiya xwe ya leşkerî û danheviya xwe ya îdeolojîk bû milîtaneke xurt û mînak.”

HPG: Em soz didin ku paşerojeke azad ji bo hemû zarokên Kurd biafirînin

HPG’ê herî dawî sersaxî ji malbat û gelê kurd yê welatparêz re xast û got:

Weke hevrêyên wê em ê di têkoşîna xwe de xwedî li bîranîna hevrêya xwe Delal derkevin, di şexsê zaroka wê ya hêja Zanyar de ku di oxira welêt û azadiyê de nekarî dayiktiyê jê re bike, em soz didin ku paşerojeke azad ji bo hemû zarokên Kurd biafirînin”

Agahiyên derbarê nasnameya şehîd wuha ye:

Nasnav: Delal Zanyar
Nav paşnav: Çîmen Yildiz
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik: Zînet
Bav: Şakîr
Dem û cihê şehadetê: 23’ê Adara 2024 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Back to top button