Li Swîsreyê li dijî tecrîdê name ji CPT’yê re hatin şandin

Çalakiyên Kurdistaniyên li Ewropayê û dostên wna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo didome.
Endamên Meclîsa Jinê ya Rojbîn li Swîsreyê ji bo azadiya Rêberê Apo hezar û 49 name ji Komîteya Pêşîgirtina Êşkenceyê (CPT) re şand.

Çalakî bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Rojbîn a Aaraûyê ku xebat dimeşîne hate li darxistin.

Endamên Civaka Kurd a Demokratîk a Aaraûyê jî piştgirî dan çalakiyî û beşdar bûn.

Berdevka Meclîsa Jinê ya Rojbîn Rûken Demîr diyarkir ku bêdengiya CPT’yê tecrîdê kûrtir dike û wiha got:

“Divê rêxistinên mafên mirovan û di serî de CPT bi erka ve rabe û nebin hevkarê tecrîdê.

Lewma em li ser rewşa Rêber Apo bi fikarin, divê şandeyek demilidestê de biçe Îmraliyê.”

Rûken Demîr bang li her kesî kir ku tevlî bernameyên çalakiyan ku wê li bajarên St Gallenê, Luzernê û Bernê yên Swîsreyê bên li darxistin kir.

Di dawiyê de çalakvanan bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” hezar û 49 name li dijî tecrîdê ji CPT’yê re şandin.

Li Siwîsreyê ji bo azadiya Rêber Apo name ji CPT’yê re hat şandin

Back to top button