PENTAGON: EM DERBASÎ PÊVAJOYEKE NÛ YA ŞERÊ LI DIJÎ DAIŞ’Ê DIBIN

Li aliyekî din Wezareta Parastinê ya Emerîkayê Pentagonê ragihand ku ew derbasî pêvajoya duyem a şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê dibin.

Pentagonê bi zelalî wiha got:

“Emerîka wê karê xwe bi hevkarên xwe yên li herêmê bidomîne.”

Qesra Spî jî destnîşan kir ku Emerîka û hevkarên xwe ji bo parastina berjewendiyên xwe amade ne careke din mudaxele bike û wiha hat gotin:

“Xebata me ya li dijî terorê dewam e.”

Her wiha gelek berpirsyarên Emerîkayê gotinên Trump red kirin û weke lawaziya stratejiya Emerîkayê li Sûriyê bi nav kirin.

Endamê Senatoya Emerîkayê Lindsey Graham ku yek ji alîgirên Tump e, gotinên Trump bi şaşiyeke mezin bi nav kir û diyar kir ku Trump bi vî awayî şaşiyên serokê berê Barak Obama dubare dike.

Senatorê komarparêz û serokê komîteya têkiliyên derve ya senatoya Emerîkayê Bob Corker jî gotinên Trump ‘Xeternak’ dît û rexne kir.

Seroka demokratan di parlamentoya Emerîkayê Nancy Pelosi jî li ser mijarê wiha axivî:

“Hîna zûye ku Trump serkeftinê li dijî DAIŞ’ê ragihîne.”

Leave a Reply

Back to top button