Zêdeyî 3 sale agahî ji Rêber Apo nayê girtin

Zêdeyî 3 sale tu agahî ji Rêber Apo nayê girtin û vê yekê rê li ber fikarên mezin vekiriye.
Piştî Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, îro jî sazî û baroyên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bang li CPT’ê kirin ku bikeve nava tevgerê û berpirsyariya xwe bi cih bîne.

Zêdeyî 3 sale tu agahîyek ji Rêber Apo nayê girtin.

Destûra malbatan û ya parêzeran nayê dayîn ku biçin Îmraliyê. Vê yekê di nava gelê Kurd û derdorên demokratîk de, rê li ber fikarên mezin vekiriye.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê 25’ê Adarê derbarê tecrîda li ser Rêber Apo daxuyanî da û xwest tavilê rewşa agahî-negirtinê û tecrîdê bê bidawî kirin.

Sazî û baroyan têkildarî tecrîda li ser Rêber Apo daxuyanî dan

12’ê Çileya îsal jî saziyên hiqûqî, komele û baroyên gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê têkildarî binpêkirina mafê hevdîtinê yê malbat û parêzeran bi Rêber Apo, Omer Xeyrî Konar, Hamîlî Yildirim û Weysî Aktaş ji Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ya Ewropayê re nameyek şand.

Saziyên ku îmzeyên wan di nameye de hebûn têkildarî nameya ku şandin li Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan-ÎHD’ê daxuyanî dan.

Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçuk-balaban li ser navê baro û saziyan têkildarî mijarê daxuyanî xwend.

“Divê CPT berpirsyariya xwe bi cih bîne”

Huseyîn Kuçukbalaban anî ziman ku di nameya xwe a ji CPT’ê re şandin e, bal kişandine ser tecrîda giran a li ser Rêber Apo û wiha got:

“Me di nameya xwe ya ji CPT’yê re şandibû, gotiye em li bendê ne ku CPT ji ber şert û mercên giran ên li Girtîgeha Îmraliyê berpirsyariya xwe bi cih bîne û tevkariyê li çareseriyê bike.

3 sal in agahî ji Abdullah Ocalan, Omer Xeyrî Konar, Hamîlî Yildirim û Weysî Aktaş ên Girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin, nayê girtin.

Rewşa ku destûr nayê dayîn bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin û têkiliya wan a ji cihana derve hatiye birrîn bi hemû encamên xwe ve didome.”

“Ji bo rakirina tecrîdê divê demildest gav bên avêtin”

Dawiyê, Huseyîn Kucuk-balaban diyar kir, ji bo vê pirsgirêka ku ji aliyê pîvanên hiqûqî, rêgez û nirxên mafên mirovan ve nayê qebûlkirin, divê demildest gav bên avêtin.

Back to top button