Fermandarê QSD’ê Mezlûm Ebdî ji malpera Al Monitor re axivî

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî ji malpera Al-Monitor re axivî û hin xalên girîng anî ziman.
Mezlûm Ebdî got: “Dibe ku rewş ji bo hilbijartinên şardariyên herêmê ne guncav bin, lê ev gav dê bi xwe re aramî û istîqrarekê bîne herêmê.”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê Mezlûm Ebdî ji malpera Al-Monitor المونيتور re axivî, hin mijar nirxandin.

Mezlûm Ebdî bal kişandiya ser aloziya li Sûriyê, êrişên domdar ên li dijî herêmê, şerê li Xezayê û çend xalên din ên girîn.

Ebdî anî ziman ku rayedarên Amerîkî teqez dikin ku di dema niha de, ti planên vekişîna wan ji Sûriyê nîne.

Mezlûm Ebdî: Şerê li Xeza hişt ku têkoşîna navdewletî ya li hember DAIŞ lewaz bibe

Her weha diyar kir ku geşedanên li rojhilata Navîn bandorê li ser rewşa heyî dikin û got:

Şerê li Xezayê dibe sedeama bihêzbûna DAIŞ’ê û têkoşîna navdewletî ya li hember wê jî lawaz kir.

Krîza aborî û betaliya li giştî herêmê, rêxistinkirina DAIŞ’ê hêsantir dike, ji lewra divê hevalbendên me di vî aliyê de piştgiriya derayî bi me re bikin.

Wek her kes dizane, ji ber êrişên domdar ên dewleta Tirkiyê jî, ku tê de binasazî kir armanc, qaseya ptrolê kêm bûye. Ev yek jî rê li ber koçberiyê vedike.

Ebdî: Amerîka û welatên koalisyonê ji bo avakirina binesaziyê tu alîkarî pêşkêş nekirin

Amerîka û welatên koalîsyonê ji bo çaksazkirina binesaziyên-xisar dîtî, tu alîkarî pêşkêş nekirin.

Dibe ev yek girêdayî siyaseta wan a niştimanî ye, dibe ku ji ber tirsa wan a ji hêrsa Tirkiyê be, lê dibêjin ev siyaset nahêle ku ew alîkariya me bikin.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê behsa hilbijartinên dema pêş yên li herêmê jî kir û got:

Em nikarin bibêjin ku şert û mercên hilbijartinê guncav in, lê tevî her tiştî jî ev gav dê bi xwe re aramî û istîqrarekê ji bo herêmê bîn e.

Mezlûm Ebdî: Ji bo aloziya Sûriyê rejîm çarseriyeke siyasî qebûl nake

Ebdî li ser hewildanên çareserkirina aloziya Sûriyê û têkiliyên bi hikumeta şamê re jî ev tişt anî ziman:

Ji bo hin mijarên pratîkî em bi rêjîmê re di nava diyalogê de ne, lê heta niha ji bo çareseriyeke mayînde derbarê aloziya li Sûriyê de, tu gav ji aliyê rêjîmê ve nehatiye avêtin û ne jî çareseriyeke siyasî qebûl dike.

Tê payîn meha bê, Erdogan û Bayîdin li hev bicivin, li ser vê hevdîtinê Ebdî hêvî kir ku Baydin, êrîşên Dewleta tirk yê li dijî herêmê bi dawî bike û gefên wî jî rawestîne .

Her weha li ser hilbijartinên dema bê yên Amarîka jî, Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî got, eger careke din Donald Tramp hate hilbijartin, bi hêvî heman şaştiyan dubare nekê.

 

 

Back to top button