Reîsî navên kabîneya xwe ya nû pêşkêşî parlamentoyê kir

Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî duh navên kabîneya xwe ya wezaretê ku ji bo hikumeta nû hatine pêşniyarkirin; pêşkêşî parlamentoyê kir.

Îbrahîm Reîsî ji bo Wezareta Karên Derve Hisên Emîr Ebdullehyan û ji bo ya Hundirîn
Ehmed Wehîdî ku her du jî fermandarên pasdarên şoreşger in, pêşniyar kir.

Ev lîsteya ji parlamentoyê re hatî pêşkêşkirin, piştî erêkirinê dibe lîsteya dawî.

Parlamentoya Îranê duh dest bi rûniştineke girtî kir da dengdayîna li ser hikumeta nû ya ku Reîsî pêşkêş kiriye, nîqaş bike.

Cigirê serokê parlamentoya Îranê Elî Nîkzad eşkere kir ” Şemiya bê wê lîsteya wezîran a ku Reîsî pêşniyar kiriye were ragihandin.”

Back to top button