Serokê Konfederasyona Senîkayan Mîke Arnott: Ocalan mifteya çareseriyê ye

Konfederasyona Sendîkayên Skoçyayî ku li Îngilistanê nûneriya zêdeyî nîv milyon karkeran dike, di kongreya giştî ya 2024’an de biryar da ku ji bo azadiya Rêber Apo têkoşîn bê mezinkirin.
Her wiha Prof. Andrej Grubacîc jî anî ziman ku Rêber Apo ji Rêberekî şoreşgerî zêdetir e û got:”Divê em ruhê Rojava li nav çepgirên nû yên cîhanî belav bikin.”

Konfederasyona Sendîkayên Skoçyayî ku li Îngilistanê nûneriya zêdeyî nîv milyon karkeran dike, di kongreya giştî ya 2024’an de biryar da ku ji bo azadiya Rêber Apo têkoşîn bê mezinkirin.

Di kongreyê de biryar hat dayîn ku têkildarî firotina çekan a Îngilistanê ji Tirkiyê re û çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re, zext hem li Îngilistanê hem jî li dewleta Tirk were kirin.

Mîke Arnott: Divê Îngilistanê ji bo berdana Abdullah Ocalan zextê li Tirkiyê bike

Serokê Konfederasyona Senîkayan a Skoçyayê, Mîke Arnott biryarên ku di kongreyê de hatine dayîn, nirxand û got:

“Ji bo azadiya Abdullah Ocalan me bang li hikûmeta Îngilistanê kir.

Her wiha NATO’yê hewldanên dîplomatîk bide destpêkirin û firotina çekan a ji Tirkiyê re bide rawestandin.

Biryarên me dan ev in, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrîşên li ser herêmên Kurdan bên rawestandin û hikûmeta Îngilistanê ji bo berdana Abdullah Ocalan zextê li Tirkiyê bike.”

Arnott ragihand ku ew ê ji bo berdana Rêber Apo nameyeke taybet ji Wezareta Karên Hundir a Îngilistan û sefaretxaneya bilind a Tirk re binivîsin û wiha got:

“Di kongreyê de me tecrîd nîqaş kir.

Di dema encamname û dayîna biryaran de, ti delege li dijî erêkirina van biryara derneketin.

Abdullah Ocalan mifteya çareseriyê ye. Ji ber wê em ji azadiya wî dixebitin.”

Prof. Andrej Grubacîc: Abdullah Ocalan ji Rêberekî gelekî zêdetir e

Her wiha Prof. Andrej Grubacîc jî derbarê heman mijarê de axivî û diyar kir ku Rêber Apo ji Rêberekî şoreşgerî zêdetir e û got ku ew fîlozof, civaknas û zanyar e.

Andrej Grubacîc anî ziman ku ew geşadan û pêşketinên li Rojava ji nêz ve dişopîne û got:

“Îro Rojava gelekî hêvîyê dide.

Divê em ruhê Rojava li nav çepgirên nû yên cîhanî belav bikin.

Kesên hewl didin ku kapîtalîzmê bi rêya şoreşgeriya radîkal ji holê rakin hene.

Sosyalîzmeke bêdewlet, sosyalîzma Ocalan ku bingeha wê girêdayî fikrên Ocalan ava bûye.”

Prof. Andrej Grubacîc di dawiya axavtina xwe de wiha got:

“Divê em di mijara şoreşgeriya Ocalan û fikrên wî de bi israr bin.

Divê em zêdetir pirtûkên Ocalan wergerînin.”

Rezan Sarica: Sîstema Îmraliyê sîstema îşkenceyê ye

Li Îmraliyê di her warî de bêhiqûqî heye

Back to top button